Çawiş direvin

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:18

  • Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li herêma Zê (Zapê) şerekî dijwar diqewime, û li wir çawişên pispor hewl didin ku birevin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li herêma Zê (Zapê) şerekî dijwar diqewime, û li wir çawişên pispor hewl didin ku birevin. 

Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bi hevkariya PDK´ê li herêmên Zê, Avaşîn û Metînayê yên ji 17’ê Nîsanê ve dewam dikin. Piştî êrişê bi 24 rojan, artêşa Tirk ji gelek deveran vekişiya. Bikaranîna sîlehên kîmyewî jî nekarî dargirkeran ji bibinketinê xilas bike.

Li gorî MA´yê cerdevanên ku birine herêmên şer, dane zanîn ku li Zê şer dijwar e û çawişên pispor bi payebilindên xwe re nîqaşan dikin.

Cerdevanan gotiye, çawişên pispor ên şandine Zê, psîkolojiya wan xera bûye. Cerdevanan ragihand ku çawişên pispor bi gotina “Çi karê min li vir heye?” hewl didin, birevin. Cerdevanan da zanîn ku çawişekî pispor ê ku hewl daye bireve, ji aliyê binefser ve ji lingê xwe ve hatiye birîndarkirin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.