Çavsoriya li Kurdatiyê hate şermezarkirin

Şemî 3 Tebax 2024 - 01:35

Li Mêrdînê û Enqerê çavsorî û çavnebariya dewleta Tirk a li govend, zimanê Kurdî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin heta ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ew ê têbikoşin û Kurdî biparêzin.

Li Mêrdîn û Enqereyê girtina kesên ku li ber stranên Kurdî govend gerandin û jêbirina nivîsên bi Kurdî yên li ser rêyan hatin protetsokirin. 

Mêrdîn

Li Mêrdînê Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Salhîa Aydeniz û Berîtan Guneş Altin jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me hebûna me ye” hat vekirin û dowîzên dirûşmeyên Kurdî li ser hatin bilindkirin. 

 Li ser navê platformê Aydin Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan anî ziman ku êrişên li ser Kurdî li dijî demokrasî û hiqûqê ne. Aslan destnîşan kir ku polîtîkayên tên meşandin tu fêdeya wan ji bo aştî û biratiyê tine ye û got ku jêbirina nivîsên Kurdî û rakirina tabelayên Kurdî bi tu awayî nayê qebûlkirin.  

Aslan wi dawî li daxuyaniyê anî: "Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê Kurdî û çanda Kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin."  

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got: "Heya Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bitêkoşin. Em ê li her kuçe û kolanê her dem û her kêliyê têkoşîna xwe bidomînin." 

Enqere

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî li Kolana Sakarya ya Çankayayê daxuyanî dan. Girse ji ber avahiya DEM Partiyê ya Ankarayê heya Kolana Sakaryayê meşiya. Daxuyanî li vir hat dayîn.  

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat daxuyaniyê xwed. Kanat destnîşan kir ku desthilat çavnebariyê li ziman û çanda Kurdan dike û wiha bang kir: "Ji govendê netirsin. Govendê bigerînin, bi hev re horonê bigerînin." 

 Kanat bang kir ku demildest divê kesên ji ber govendê hatine girtin bên berdan û got: "Hûn nikarin dest bidin zimanê me, çanda me û dîlanên me."  

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Em bernadin vê dîlane” û “Em rênadin faşîzmê" bi dawî bû. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.