Çavê Herêmê li Îmraliyê ye

În 21 Sibat 2025 - 03:35

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî di navbera 16-19’ê Sibatê de li Herêma Kurdistanê bi gelek rayedarên herêmê re hevdîtin kir. Têkildarî serdanên şandeyê ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî di nav de bû, agahiyên bisînor bi raya giştî re hatin parvekirin. Di serdanan de silavên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo nûnerên partiyan û peyamên hatine dayin hatin parvekirin. Her wiha hate ragihandin ku yekitiya neteweyî, pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyan bûne mijara hevdîtinan. Di heman demê de hate destnîşankirin ku nûnerên partiyan gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye. 

Artêşa rojnamevanan 

Ji roja destpêkê heta ya dawiyê eleqeyeke zêde ji bo şandeyê hebû. Ji kesên şande pêşwazî kirin heta ajokarên wesayîtan û heta xebatkarên hotêla şande lê dima, eleqeyeke zêde hebû. Her wiha eleqeyeke zêde ya çapemeniya Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hebû. Li gel vê, çapemeniya navneteweyî jî serdana şandeyê şopand. Zêdetirî 70 rojnamegerên ji ajans, televîzyon û malperan ji roja destpêkê ve şande şopand û eleqeyeke mezin hebû. Di tevahiya hevdîtin û daxuyaniyan de “şerê mîkrofonan” hebû. Mijareke din a balkêş jî ew bû ku ji Tirkiyeyê tu ajans û televîzyonan hevdîtin neşopand. Komeke ji Ajansa Anadoluyê (AA) daxuyaniya piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re şopand. 

Meraqa rojnamevanan 

Mijara sereke ya ku tevahiya rojnamegerên me li ser pêyan pê re sihbet kirin mereq dikir, peyamên Rêber Abdullah Ocalan şandibûn. Piranî pirsên weke “gelo wê ev pêvajo ber bi ku ve biçe, wê Abdullah Ocalan peyameke çawa bide, gelo wê PKK çekan berde û bandora bangê ya li ser herêmê wê çi be?” dihatin kirin. Bêguman tenê rojnamegeran ev mijar mereq nedikirin. Her kesên me hevdîtin pê re dikir pirsên bi vî rengî dikirin. Ji ber ewlehiyê û trafîka serdanan, me nekarî bi zêde kesan re hevdîtinan bikin. Xebatkarên hotêlan, kesên di protokolê de cih digirtin, kesên hatin serdanê û hin welatiyên me di bernameyan de dîtin.

Gelo em ê serok bibînin? 

Mirov dikare bibêje ku yek ji mijara herî zêde dihat mereqkirin jî peyama bidîmen a Rêber Abdullah Ocalan e. Gelek kesên me pê re hevdîtin kirî, gotin ku ew pir mereq dikin bê ka wê dîmenên Rêber Abdullah Ocalan kengî bên parvekirin an jî wê bên parvekirin an na. Pêşmergeyeke Derîn ku têkiliya wî ya bi şandeyê re jî hebû, piranî ev pirs dikir:“Gelo piştî 26 salan em ê bikarin Serok (Abdullah Ocalan) bibînin?” 

Kelecana karsazan 

Karsaz jî ji ber nîqaşên ser çareserî û aştiyê gelek bihêvî ne. Karsazên ku bi avakirina avahiyên 40-50 qat û AVM-vîllayên luks hewl didin Hewlêrê mîna Dubaiyê bikin, çav û guhê wan li peyama Rêber Abdullah Ocalan e. Karsazan gotin ku ji berê bêhtir hêviya wan heye û gelek caran digotin:“Heke Bakur qezenc bike dê tevahiya Kurdistanê qezenc bike. Çav û guhê me li we ye. Hêvîdarin ev pêvajo bi ser keve.” Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi dilgermiyeke mezin şande pêşwazî kirin. Xoşnaw, di tevahiya serdanên şandeyê yên li Hewlêrê de eleqeyeke mezin nîşanî şandeyê da. Şanaz Îbrahîm Ehmed jî şande bi dilgermiyeke mezin pêşwazî kir. 

MA/AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.