Çavdêriyek ji Qendîlê

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 17:15

  • Ji bo Kurdan agir ti carî ne tenê şewitandin bû; dihate wateya vêxistina zimanekî, jinûve avakirina gelekî. Ya ku ji nava êgir derket, îradeya siyasî ya gelekî ye ku hesab ji xweliyên xwe dipirse.

Her dîrokeke ku li eniya gelê Kurd hatiye nivîsandin li pala çiyayekî deng vedide. Ev dengvedan carna dibe zêmar, carna dibe raperîn; lê îro li Qendîlê, vediguhere dilê gelekî ku li wan çiyayan digere. Û ew dil niha giran e, lê bi biryardarî lê dide.

Em li Qendîlê ne. Roj ji serê çiyê hiltê, gelî mîna barekî giran li pêşiya me ye. Hewaya li vê derê ne hênikiya sibehê ye, ne jî xwezayiya cografyayekê ye; li vê derê dem jî carna bi dîrokê dipeyive. Her kevir zimanekî di nava xwe de vedihewîne. Her dar xwe dispêre navekî û mezin dibe.

Li gel hevalên xwe yên rojnamevan; Ciwan Tûnç, Amara Harûn, Denîz Gafûr, Roger Westan û Nûjiyan Îsyan em kêliyên amadekariyê yên gerîla dişopînin û qeyd dikin. Em hemû ne tenê dişopînin, dinivîsîn û qeyd dikin. Tişta ku em îro li vir dibînin, ne tenê tê belgekirin, her wiha tê hîskirin. Ev ne nûçeyek e. Ev şopek e. Em ji wê kêliyê re şahidiyê dikin ku gelek çarenûsa xwe dixe destê xwe.

Gelê Kurd îro weke gelekî biryara xwe dide. Derketina ji şer û meşa ber bi siyasetê, daketina çi çiyê ber bi deştê nîne, jinûve pênasekirina têkoşîna li deştê ye. Ev derbasbûn ji rêzê nîne. Ev guhertina şêweyê têkoşîna 50 salî ye, parastina dewamiya îdeolojîk e.

Her gerîlayên di nava vê komê de ziman, dîsîplîn û estetîka vî çiyayî bi salan li bedena xwe neqişandine. Niha heman beden bi heman têgihiştinê ber bi cihekî din ve gavê diavêje. Çek êdî ne li milan e, fikir êdî li ser milê wan e.

Em xwe nêzî wan dikin. Axaftin kurt e, cewherî û zelal e. Kes êdî napîve bê wê çi bike. Ji ber ku biryar ji zêdeyî hatiye dayin. Dengê gerîlayeke jin ku dibêje 'Em bi mîsyoneke dîrokî dimeşin' ne biryardariya şexsekî ye, wijdanê rêxistinbûyî yê gelekî ye.

Amadekarî temam e. Gerîla dikevin rêzê. Li nava kampê ji rîtmeke ji rêzê wêdetir liv û tevgereke zêde heye. Biryar zelal e, lê belê hest nayên nixumandin. Ev meş ne tenê ber bi wezîfeyekê ve ye, jiyaneke li salan belav bûye, radestkirina fikir li şêweyekî nû ye.

Û sibeha 11'ê tîrmehê li jorê gundê Surdaşê yê navçeya Dukanê ya Silêmanî, em li pêşiya şiketa Casenê ne.

Koma gerîla ya ji Qendîlê bi rê ket, gihîştiye qadê. Her yek ji wan salên xwe di rêya çiyê de derbas kirine. Lê belê îro ev sal ne tenê rabirdûyeke, her wiha zemîna pêvajoyeke nû ye. Ev yek vekişînek nîne, lê derbasbûna li nava stratejiyeke vekirî û rêxistinî ye.

Û piştre dor tê kêliya herî sembolîk a çalakiyê.

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, gerîla çekên di destê xwe de yek bi yek dixin nava beroşê. Lê belê ev ne danîneke ji rêzê ye. Her tevgerek bi pîvan e. Ne dilezînin, ne jî weke xwepêşandanekê datînin.

Çek ne barek e ku bi salan hatiye hilgirtin, weke îfadeya berpirsyariya rêxistinî tê danîn. Weke ku her yek ji wan ne tenê metal e, lê weke parçeyekî dîrokê ye. Kalaşnîkof, BKC, roketavêj... Her yek bi baldarî tê danîn. Gerîla wan navêje û naçe.

Nêrînek, seknek, veguhestinek. Di nava vê helwestê de şer nîne, hişmendiyeke rêxistinî, nazikiyeke siyasî heye. Ev ne çekek e, danîna bi hurmetdarî ya serdemeke ku ew temsîla wê dike. Ne pîrozmend nîşan dide, ne jî mehkûm dike. Tenê bicihanîna xeleka dawî ya asta temambûyî ye.

Agir bi metal dikeve. Çav li ser êgir e, lê hiş li cihekî din e: Li paşerojê ye. Ji ber ku ya tê şewitandin ne tenê hesin e, giraniya şêweyê têkoşînê ye. Ew bar wê êdî derbasî şêweyekî nû bibe. Ti sekneke dramatîk, nepisandin an jî jesteke sembolîk nîne. Ji ber ku gerîla li vir mîzansenê nake.

Agirê îro li vir vêket ne tenê çekên dema bihurî, di heman demê de rêya siberojê jî ronî dike. ANF/AMED DÎCLE/QENDÎL  

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.