Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye
Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:50
Merasîma ku dê PKK li Herêma Federe ta Kurdistanê li dar bixe dê ji hêla bi dehan partiyên siyasî, komele, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê ve bê şopandin.
Çavê dinyayê dê li ser geşedanên vê hefteyê di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de biqewimin be. Di çarçoveya pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina welat hatiye destpêkirin de amadekariyên ji bo avakirina komîsyona li Meclisê didome û li hêla din jî dê li Herêma Federe ya Kurdistanê şahidiya geşedanên dîrokî were kirin.
Li bendê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavekî nû biavêje û bangê li PKK’ê bike. Demekî kin piştre jî dê komeke PKK’î torena berdana çekan li dar bixe. Tê diyarkirin ku di vê torenê de dê kadroyên rêveber jî cih bigirin lê dîroka lidarxistina torenê nediyar e. Lêbelê tê gotin heta dawiya hefteya pêş teqez dê were lidarxistin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî torena tê payîn were lidarxistin, daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê çendek rewşenbîr û nivîskar jî bi organîzatoriya partiyê bibin torenê. Her wiha ji bo şopandina torenê bang li rojnamegeran hate kirin.
Toren dê bi weşana zindî were dayin. Di heman demê de ji Kurdistan, Tirkiye û ji gelek welatan gelek kes dê torenê bişopînin û tev li bibin.
MA / NAVENDA NÛÇEYAN