Castel:Tecrîda li Imraliyê bêmînak e

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:58

Parlamentera Koma Çepgir a Spanyayê Laura Castel, ku her wiha di Şandeya Aştiyê ya Navnetewî de ye, di salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî de bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan. 

Castel diyar kir rejîma tecrîdê ya li Imraliyê bûye navenda kirinên herî neçê û ev rejîm li hemû girtîgehên Tirkiyê berbelav bûye û wiha bal bire ser bêmînakiya li Imraliyê: ‘’Li tu rejîmên ku em pê dizanin, şandina nameyan, axaftina bi telefonê, serdan û têkiliya bi derve ve, bi rengekî domdirêj nehatine blokekirin.’’

Castel her wiha got tekane kesê ku bi navê Kurdan dikare muzakereyan bike Rêber Ocalan e û dewleta Tirk di dilê xwe re derbas dike ku bi tecrîdê, bi bêdengkirina Ocalan wê bikaribe gelê Kurd bêdeng bike.

CPT demildest rapora xwe biweşîne

Castel her wiha rexne li CPT’yê anî, bi bîr xist ku sala 2023’an bi navê Delegasyona Aştiyê ya Imraliyê piştî serlêdan Imraliyê ya CPT’yê serî li CPT’yê daye lê CPT li wan venegeriyaye, diyar kir mînaka rejîma li Imraliyê li cîhanê nîne û got, “Li Guantanamoyê, li Girava Robbenê an jî li Blokên H ên Îrlandaya Bakur jî nînin. Îmrali li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke rast e û divê bêyî nêrîn û destûra Tirkiyeyê CPT rapora xwe demildest biweşîne.”

 Rakirina tecrîdê ferz e

Laura Castel bi berdewamî diyar kir dema ku mirov ew li tecrîda 25 salan dinere, dibine ku dewleta Tirk di pirsa Kurd de ji şertên hiqûqî, diyaloga siyasî û rêgezên demokratîk dûr ketiye. Castel wiha domand: ‘’Ev yek jî rakirina sîstema tecrîdê ferz dike û dihêle ku birêz Ocalan bi garantîkirina çareseriya demokratîk û avakirina aştiyê  rola xwe bilîze.”

 Ji karîzmaya Ocalan ditirsin

Castel her wiha got,’’Yekane çareserî, avakirina maseya muzakereyan a di navbera her du aliyan de ye û vekirina rêya ber bi aştiyê ve diçe ye. Lê li gorî min rayedarên tirk, ji karizmaya Ocalan ditirsin û tercih dikin ku wî bêdeng bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.