- Li paytexta Ingilîstanê Londonê, ciwanan li dijî dagirkeriyê li pêşiya Nûnertiya PDK’ê çalakî li dar xistin.
DÎCLE DÎREN ERDEN / LONDON
Li paytexta Ingilîstanê Londonê, ciwanan li dijî dagirkeriyê li pêşiya Nûnertiya PDK’ê çalakî li dar xistin.
Ciwanên Kurd, nexasim jî yên ji Başûrê Kurdistanê, zilma desthilata Barzaniyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, li Londonê şermezar kir. Ciwanan di heman demê de serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî bi kuştina rojnamevan gunehbar kir. Polêsê Ingilîz pêşiyê li xwepêşandêran girt, lê wan dîsa jî karî maşîna Barzanî bidin ber hêkan.
Ciwanên Kurd li pêşiya Chatham House a ku Mesrûr Barzanî lê axaftinek kir, civiyan û Barzanî proteso kir.
Polêsê Ingilîz li ber Kurdistaniyan bendeke qewîn danî. Lê xelkê dîsa jî sloganên “Bimire Xiyanet”, “Barzanî Biceheme”, “Caş caş Barzanî “Barzaniyê terorîst” gotin. Ciwanan çend caran xwest bikevin nava avahiya konferansê, lê polês êrişî ciwanan kir. Ji ber çalakiya Kurdistaniyan Mesrûr Barzanî demeke dirêj nekarî ji avahiyê derkeve. Piştre jî tenê bi refaqeta bi sedan polêsî barzanî ji wir karî veqete.
Yekî ji çalakgeran pêlaveke mekap a ku gerîlayên Kurdistanê dixin piyê xwe, hilgirt û hevkariya bi dijminê sereke yê Kurdistanê dewleta Tirk re şermezar kir.
Bi aqil bin wê fêm bikin
Nûnerê KCDK-E Başûrê, Şiwan Aware got, gelê Başûrê Kurdistanê bersiva lazim da Mesrûr Barzanî: “Gelê Başûrê Kurdistanê li Londonê bi protestoyeke mezin Mesrûr Barzanî pêşwazî kir. Heger bi aqil be, wê fêm bike ku gelê Kurd wê xiyanetê qebûl neke. Ev helwêsta miletê Başûrê Kurdistanê pirr bi qedr e. Gelê Başûr ji vê malbatê êdî nefret dike. Îro ew dan ber hêkan. Divê ew tavilê bela xwe ji miletê me berdin. Kîna miletê me zêde dibe, ew vê nebînin, wê di sergoyê dîrokê de winda bibin.
Ma Boris Johnson Barzanî nas nake?
Rojnamevan û lêkoler Kemal Çomanî jî ji qebûla Mesrûr Barzanî ji aliyê serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson ve nerazî bû û ev pirs ji Johnson kir: Gelo Boris Johnson dizane ku kesek hewand ê ku bi qetilkirina rojnamevanan tê ginehbarkirin?