- Mithat Sancar: Ev êriş tenê ne li dijî HDP’ê ne, di ser HDP’ê re dixwazin îradeya gelê Kurd tine bikin. Dixwazin demokrasiyê, edaletê û hiqûqê tine bikin. Me biryar da em şêwra xwe li bajarên Kurdan bidin destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku vekirina doza girtinê li HDP’ê, ji ber têkçûna AKP’ê ya di hilbijartinên cihî ya 31’ê Adara 2019’an de: “Desthilat ji ber vê tecrûbeya bi êş û tiştên me bi serê wê de anîn, niha jî li dijî me, partiya me û gelên me bi hêrs e û doza girtinê vekiriye.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdînê forûma bi navê “Ji bo vîna gelan edalet” li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û siyasetvan Ahmet Turk wek qiseker beşdarî forûmê bûn.
Serketin a me ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm meqamê wî dagir kiriye, got: “Îro jî rakirina mafê destnedayînê ya gelek parlamenterên me di rojevê de ye. Herî dawî jî doza girtinê li partiya me vekirin. Em edaletê dixwazin. Em ji bo edaletê hewl didin, lê ev tenê ne bes e. Divê em bi civakî rêxistinê xurt bikin û bidin rê. Dema ev helwêst bê nîşandan, em ê karibin gelek tiştan biguherînin, siberoja xwe misoger bikin.”
Ahmet Turk li ser têkoşînê û encamên wê got, “Gelek partiyên me hatin girtin lê belê gelê Kurd û dostên xwe têkoşîn kirin esas. Dixwazin gelê Kurd û kesên baweriya wan bi demokrasiyê heye, biceribînin. Ên ku bersiva vê bidin jî em in. Em bêçare nînin, em partiyek afirîner in. Çimkî em bawer dikin û em têkoşîna gelê xwe bi rê ve dibin. Serketin a me ye.”
Milet bersiv da
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî salvegera 74´an a bidarvekirina Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed bi bîr anî û paşê got, "Bi vê komkujiyê xwestin têkoşîna azadiya Kurdistanê biqedînin. Lê belê Kurdan ev pûç kir. Gelê kurd di 8’ê Adarê û Newrozê de got ‘va ye em li vir in’. Serketin a gelê me ye.”
Êriş li dijî îradeya Kurdan e
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Wî bal bire ser doza girtinê ya li dijî HDP´ê û got, "Ev êriş tenê ne li dijî HDP’ê ne, di ser HDP’ê re dixwazin îradeya gelê Kurd tine bikin. Dixwazin demokrasiyê, edaletê û hiqûqê tine bikin. Me biryar da em şêwra xwe li bajarên Kurdan bidin destpêkirin.
Me di hilbijartinê de (ya cihî ya 31´ê Adara 2019´an) îradeya gelê Kurd bi awayekî xurt danî holê. Û hem jî li rojavayê Tirkiyê me strajiyek danî holê û desthilat li gelek bajarên mezin têk bir. Me ev êş bi serê wan de anî. Ji ber wê, hêrsa wan a li dijî me, partiya me û gelên me tê fêmkirin.
Ev îdianame ne li ber destê dadwer û hiqûqzanên xwedî raye, hatiye amadekirin. Ev îdianame li avahiya navenda giştî ya MHP´ê hatiye amadekirin. Herî dawî jî li qesrê teşe girtiye û pişt re jî hewaleyî serdozgeriyê kirine.
Em bersiva vê da. Bersiva herî xurt jî beriya bi çend rojan li meydanên Newrozê bi milyonan kesî da. Hûn çi dikin bikin, hûn bi kîjan lîstikan bi ser me de bên jî em ê meşa xwe bidomînin.
Armanca hewldana girtina HDP’ê pêşîgirtina girtina li demokrasiya Tirkiyê û gelên Tirkiyê ye. Ev pêvajoyeke welê ye ku çarenûsa gelan, azadî aştî û demokrasiyê diyar bike ye. Heta ji destê me were em ê jî bi ji bo aştî, demokrasî û edaletê bişêwirin û piştre wek rêveberiya partiya me biryareke şênber eşkere bikin.”
Berxwedan wê bidome
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlioglû yê ku parlementeriya wî hat desteserkirin, got, “Dibe ku derbarê me biryarên neheq bidin, lê me bi berxwedana xwe nîşanî her kesî da ku em mafdar in.”
Gergerlîoglû li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya EGÎTÎM-SEN’ê Necla Kûrûl û Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn tevlî daxuyaniyê bûn.
Gergerlîoglû diyar kir ku Nobeta Edaletê di roja 15´an (îro roja 16´an) de ye. Gergerlîoglû diyar kir ku wan berxwedaneke sivîl a serketî kiriye: “Me berxwedaneke xurt a sivîl kir û me peyam da Tirkiye û raya giştî ya dinyayê. Li dijî desteserkirina îradeya gel, ev berxwedaneke min û ya partiya min bû.
Di salên 1994´an û 1999’an de li meclîsê bera parlementeran dan û ev şerm e. Ez parlementerê vî gelî me. Dibe ku heta çend rojan min têxin hepsê. Miracaeta me ya ji ber desteserkirina parlementeriyê îro hate redkirin, îcar em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bixin.”
MÊRDÎN