Çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e
Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:45
- Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş bal bir ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got:” Tirkiye jî divê van hemû geşedanan rast binirxîne û dest ji nêzîkatiyên xwe yên berê berde.”
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş xwefesixkirina PKK'ê, banga Rêber Apo ya ji bo hevpeymaneke civakî ya nû a têkiliyên Kurd û Tirkan nirxand û destnîşan kir ku gelekî girîng e, pirsgirêka Kurd li ser bingeha welatîbûna azad, gavên şênber ên li ser mijarên; perwerdeya zimanê dayikê, mafên çandî, temsîla siyasî û statuyê bê çareserkirin.
Avakirina sîstema cîhana nû
Mehmet Zahîr Saritaş destnîşan kir ku ji armanca jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ew e ku sîstema cîhanê û hevsengiya hêzê ya cîhanê li gorî berjewendiyên hêzên rojavayî yên di bin pêşengiya DYE’yê de, jinûve bên avakirin û pêşî li avakirina sîstema cîhana nû veke, xetên enerjiyê yên nû bên çêkirin û ewlehî pêk were, ewlehiya Îsraîlê were garantîkirin û herêm û civakên herêmê li gorî van armancan were guhertin.”
Weke mutefîkên stratejîk dibînin
Di dewama nirxandina xwe de Mehmet Zahîr Saritaş got, "Di vê çarçoveyê de em dikarin diyar bikin ku girîngiyeke jeopolitik û stratejîk tê dayîna Kurdistanê û Kurdan jî weke mutefîkên stratejîk dibînin. DYE’yê gelek caran bi taybetî di daxuyaniyên fermî yên girêdayî Kurdên Rojava de, pênaseya mutefîkên me yên stratejîk bi kar aniye. Fransayê jî daxuyaniyên heman dabûn. Ev hemû geşedanên li Rojhilata Navîn û mudaxile daxwazên azadî û maf ên Kurdan hîn zêdetir nîşan dide û zemînê bi destxistina statuyê xurt dike. Nexasim bi mudaxilekirina Iraqê re Kurd bûn xwedî statu. Li Sûriyeyê jî pir nêze ku Kurd bibin xwedî statu. Piştî mudaxileya li Îranê jî dibe Kurd bibin xwedî statu. Ev her sê dewlet ji ber ku meseleya Kurd û pirsgirêkên xwe yên din di çarçoveya azadî û demokrasiyê de çareser nekirine, bi gotineke din ji ber ku rejîmên demokratîk ava nekirine, ji mudaxileyan re vekirî man û rû bi rûyê mudaxileyan man."
Çarçoveya demokratîk divê
Di nava van şert û mercên guherîna herêmê de Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku Tirkiye jî divê van hemû geşedanan rast binirxîne û dest ji nêzîkatiyên xwe yên berê berde û got, "Divê meseleya Kurdî di çarçoveya demokratîk de çareser bike, zagoneke bingehîn a demokratîk û nû çêbike, di çarçoveya hevkariya stratejîk a dîrokî ya bi Kurdan re statuya Kurdan nas bike. Hetta divê di vê çarçoveyê de nêzî hemû Kurdan bibe.”
ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN / ÎSHAK DÛRSÛN