- Parêzer Mûstafa Ozoral got, tecrîd nasnekirina hiqûqê ye û heta ku tecrîd hebe çareseriya pirsa Kurd jî bi rêyên demokratîk çareser nabe. Rêwiyên Meşa Azadiyê wekîl Alî Bozan û Ceylan Cupolo jî Ocalan weke adresa çareseriya krîzan nîşan dan û gotin heta azadiya Ocalan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Mustafa Ozoral, diyar kir tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan polîtîkayeke li ser esasê tepisandina daxwazên herî rewa yên civakekê ye, bi bîr xist k ev 35 meh in ti xeber ji Ocalan nayê, tecrîd weke berdewama komployê nirxand û got,’’Tevî ku komplo bi armanca tepisandin, tinekirin û tirsandina daxwazên demokratîk ên gelê Kurd e jî, tecrîd di heman demê de bi armanca tepisandin, şikandin û têkbirina maf û daxwazên gelê Kurd ên li ser bingeha demokratîk e.”
Tecrîd nasnekirina hiqûqê ye
Ozoral, diyar kir ku Tirkiye bi pergala xwe ya tecrîdê re hem hiqûqa navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û wiha berdewam kir: “Dema ku em bi giştî li cîhanê dinêrin, dibînin ku cezayekî bi vî rengî nîne. Dema ku em hem hiqûqa pozîtîf a li Tirkiyê û hem jî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye girêdayî wê ye li ber çavan digirin, li tu deran cezayekî weke tecrîdê nayê pêkanîn. Polîtîkaya tecrîdê mînaka herî berbiçav a nenaskirina hiqûqê û nebicihanîna qanûnan e. Tecrîda li Îmraliyê di rastiyê de rêbazek e ku Tirkiyeyê qanûnên xwe yên navxweyî û navneteweyî binpê kiriye ye.”
Ji bo çareseriyê divê tecrîd rabe
Ozoral, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin divê tecrîda li ser Ocalan tê meşandin demildest bê bidawîkirin û ev tişt gotin: “Tê xwestin ku tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin li ser hemû dînamîkên civakê jî bidin meşandin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin divê bi mûxatabê ewil birêz Ocalan re teqez hevdîtin were kirin. Dema mûxatabê çareseriyê hate tecrîdkirin, pirsgirêk qet çareser nabin. Li cihekî ku tecrîd berdewam dike em nikarin qala çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd bikin. Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurd çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye. Çareseriya wê jî bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. Ji ber ku birêz Ocalan li Tirkiyeyê rasterast mûxatabê çareseriya gelek pirsgirêkan e.”
Îmralî derveyî zemîna hiqûqê ye
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ku Rêwiyek ji yê Meşa Azadiya Mezin bû got heta ku tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin ew ê çalakiyên xwe bi rengên cihê bidomînin û Rêber Abdullah Ocalan weke adresa çareseriya pirsa Kurd nîşan da. Bozan jî bi bîr xist ku tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê danîn ti cihê xwe di yasayên Tirk û navnetewî de nîne, li Imraliyê hiqûq hate blokekirin. Bozan got,’’Heta ev gotin jî kêm dimîne ji ber ku li Îmraliyê hiqûq tune ye. Ev sê sal in birêz Ocalan bi temamî ji civakê hatiye îzolekirin. Ev derhiqûqtiya li vê derê jî bandorê li tevahiya girtîgehan û her qada jiyanê dike. Ev derhiqûqtî, di qadên aborî, civakî û siyasî de rê li ber krîzên mezin vedike.” Bozan bi berdewamî anî zimên çareseriya hemû krîzan di dest Ocalan de ye û got divê dewleta Tirk li Imraliyê li çareseriyê bigere. Bozan Pêvajoya Çareseriyê ya di navbeyna salên 2013-2014’an de bi bîr xist û got,’’Desthilata Tirk heke bixwaze mezintirîn pirsgirêkên vî welatî çareser bike, wê demê divê deriyên Îmraliyê veke. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji ewil divê rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd veke. Heke ev rê were vekirin, wê tevahiya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên li welêt yek bi yek çareser bibin. Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de Ocalan bi malbat, şande û şandeya dewletê re hevdîtin dikir. Heke em rewşa wê demê bînin ber çavên xwe, dibînin bê ka hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re çiqasî binirx û biqedir bûn. Wê demê ji bo pêşerojê hêviyeke gel çêbûbû. Lê piştî tecrîdê di nava van 8 salan de tu hêviyeke pêşerojê ya gelan nema ye. Di halê hazir de 85 milyon kes êdî dixwazin terka welat bikin.”
Civak li Meşa Azadiyê bû xwedî
Di berdewamê de Bozan bi lêv kir ku wan “Meşa Mezin a Azadiyê” tam jî ji bo xelasiya ji krîzên heyî dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev çalakî, daxwaza bi milyonan kesan bû. Di nava 15 rojan de me li gelek cihan bi gel re civîn li dar xistin. Gel hem daxwazên xwe anîn ziman hem jî xwedî li meşê derket. Di dema meşê de meşvan li her bajaran rastî qedexeyan hatin lê gel xwedî lê derket. Gel nîşan da ku van qedexeyan nas nake. Walîtiya bi rojan berê digotin ‘me qedexe kiriye’ lê gel dîsa jî dihat û meşvan pêşwazî dikir û tev li meşvanan dibû. Van meşan di heman demê de polîtîkaya zext û bêzarkirinê ya ku îktîdar bi sala ye li Kurdistanê dimeşîne jî vala derxist.”
Çalakiyên ji bo azadiyê wê bidomin
Bozan, got ku ji hêla gel ve tecrîd hatiye pûçkirin, hatiye şikandin û got,“Meşa Mezin a Azadiyê di nava tenê parçeyeke wêneyê giştî bû. Ev meş di halê hazir de biserkeftî bi dawî bû lê teqez ne dawîbûneke. Ji ber ku ev hêj destpêk bû. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê ji vir û şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.”
Pêşengê meşê girtî û dayik bûn
Wekîla DEM Partiyê Ceylan Cupolo Akça tecrîda li ser Rêber Ocalan bi pozîsyona Ocalan a siyasî ve girêda, ji ber ku maneya Ocalan a ji bo gelê Kurd tê zanîn tecrîdê zêdetir giran dikin û bi vê tecrîdê re peyameke kûr didin gelê Kurd.
Têkilî Meşa Mezin a Azadiyê Cupolo destnîşan kir girtiyan pêşengiya vê meşê kirine û got,’’Me jî weke parlamenter û siyasetmedaran Meşa Mezin a Azadiyê da destpêkirin û li nav gel cihê xwe di nava van çalakiyan de girt. Pêşengên van çalakiyan dayik bûn, girtî bûn û gelê Kurd yê çavnetirs bû ku daketin kolanan.
Çareserî li Imraliyê ye
Cupolo got ku ev hemû çalakî ji ber ku ji bo berjewendiyên civakê hatine kirin civak jî lê xwedî derketiye, hem gel hem jî Rêwiyên Meşa Azadiyê biryardariya xwe nîşan dane û got,’’Li hemû bajaran daxwaziyên me yên ku me bi hev ve girê didin, bi yek awazî hatin gotin. Tevî anons û gefên polêsan jî gelê me meş bi tenê nehişt û serî ji gefên wan ên qirêj re netewand. Vê yekê jî nerazîbûna me ya li dijî tecrîdê û biryardariya me ya di mijara misogerkirina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan de eşkeretir, derdixist holê. Çareseriya gelek krîzan girêdayî vekirina deriyên Îmraliyê ye. Êdî niha her kes vê yekê baş dizane.’’
MA/ANF