Çareserî tifaqa bindestan e

Çarşem 15 Çile 2025 - 02:35

Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatin girtin, qeymeqam Zeyyit Şener wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Jinên ji derdorên cuda yên siyasî diyar kirin ku armanca wan ew e ku nûnertiya gelê Kurd û destkeftiyên jinan ji holê rakin, peyama têkoşîna hevpar dan.

Rêxistinbûnê dikin hedef 

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan diyar kir ku qeyûm ne tenê destwerdaneke li dijqanûnê ye, di heman demê de pêngaveke tasfiyekirina siyasî ye û destnîşan kir ku ev rewş demokrasiyê tenê kiriye konsepteke fermî û Tirkiye kişandiye nava feraseteke otorîter a hikûmetê. Fulya Erdogan diyar kir ku qeyûm li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û dibe sedema astengkirina siyaseta demokratîk û got:“Armanca van destwerdanan jî siyasî ye. Tesfiyekirina siyaseta Kurd û temsîliyeta demokratîk a gelê Kurd e.”

Rizgarî bi tenê nabe 

Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez diyar kir ku gel di hilbijartinên herêmî de li hemberî girtin, binçavkirin û hemû zextên îmha û asîmîlasyonê bersiveke tund da û got:“Qeyûm destkeftiyên gelan bi taybet jinan hedef digire. Armanca desthilatdariya çete ya ku ji aliyekî ve behsa aştiyê dike û li aliyê din jî dara darazê bi kar tîne, weke pêvajoyeke nû ya îmhayê xuya dike. Li hemberî vê jî divê em îtîfaqa bindestan ku jin jî di nav de ye ava bikin. Ji ber ku rizgarî bi tena serê xwe nîne, yan hemû bi hev re yan jî yek ji me."

Em ê vîna gelan biparêzin 

Jinên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî têkildarî qeyûman peyameke hevpar dan û gotin:"Têkoşîna li dijî polîtîkayên qeyûman ne tenê têkoşîna rêveberiyên herêmî ye, di heman demê de têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo siberoja ronî ya jin, ciwan û kedkaran em ê parastina vîna gelan bikin."

Rêbaza heyî nayê qebûlkirin 

Ji Jinên Antîkapitalîs Hacer Yeşîlçay, diyar kir ku tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ya li dijî mafê herî bingehîn ê dengdayîn û hilbijartinê ye û got:“Dewlet binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd weke rêbazeke hêsan bi kar tîne û hewl dide vê bi rêbazên li gorî berjewendiyên xwe giştî bike. Divê ev rêbaz ji aliyê hemû beşên civakê ve bê redkirin û bê xebitandin."

JINNEWS/MELÎKE AYDIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.