Çareserî rêya sêyemîn e

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 01:13

  • “Li hemberî van krîz û aloziyan em diyar dikin çareserî di rêya sêyemîn de ye. Çareserî bernameya siyasî ya HDP’ê ye. Çareserî di meşa bi biryar a gelên ji çareseriyê bawer dikin e.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 5’emîn Kongreya Mezin, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin li dar xist. Konferans bi dirûşma “Berxwedana Mezin Meşa Mezin”  hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî a HDP’ê, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclisa Jinan, endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk, jî di nav de bi giştî 684 delege beşdarî konferansê bûn. 

Di roja ewil a konferansê de geşedanên siyasî û rewşa rêxistinî hatin nirxandin, di roja duyemîn ango sêşem jî pêşnûmeyên biryarê yên ku dê xeta têkoşîna serdema pêş a partiyê diyar bike bên nîqaşkirin. Dê biryarên hatine dayîn di 3’yê Tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin û weke metnên konferansê bibin biryar. 

Hingî li vî welatî mirin û şer dest pê kir

Di destpêkirina konferansê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axivîn. Bûldan wiha peyivî:  “Rejîma yekparêziyê ya ku bloka AKP û MHP’ê ava kiriye, tê wateya înkara heq û gel. Ev rejîm her roj heqaretê li jinan dike, şîddet û cînayetên li ser jinan di rojevê de dihêle û dixwaze hebûna xwe bidomîne. Ev desthilatdarî daxwazên hemwelatiya wekhev a Elewiyan naxwaze bibîne. Ev desthilatdarî doza Kurdan înkar dike. 

Ji bo aştiyê divê rola birêz Ocalan a ji bo diyalog û muzakereyê were dîtin. Ji bo ku birêz Ocalan di pêkanîna çareseriya demokratîk û aştiyê de karibe rola xwe pêk bîne, divê şert werin avakirin. Dema ku tecrîdê dest pê kir û deriyên Îmraliyê hate girtin, hingî li vî welatî mirin û şer dest pê kir.

Divê were zanîn doza Kurdan temamê vî welatî eleqedar dike. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, divê her kes bizanibe wê aştî û demokrasî pêk neyê.

Komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin

Li hemberî hêzên ku xwe dispêrin înkarê û ji bo çareseriyê tiştekî nakin, berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê tevî gelên Tirkiyeyê mafê aştiyê biparêzin û em ê teqez çareseriya demokratîk a di doza Kurdan de pêk bînin.. Li hemberî betalkirina hiqûq û demokrasiyê û li hemberî çareserkirina doza Kurdan em ê bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin bi ser bikevin. Em ji bo gelê Kurd wekhevî û azadiyê ji bo gelên Tirkiyeyê jî jiyana demokratîk dixwazin. Bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin em ê komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin.

Qedera siyaseta Tirkiyeyê ava bikin

Ey gelên Tirkiyeyê em naxwazin bizanibin fîşekek bi çiqasî ye. Em naxwazin têkevin derdê debarê. Hedefa me ev e em di nav aştî û aramiyê de bi hev re bijîn. Em HDP careke bang li hemû kesên ji bo vê desthilatdariya riziyayî biguhere têdikoşin dikin. Em sozê didin ku em ê budçeyeke ne ji bo şer lê ji bo gel ava bikin. Em ê hejariya ji ber ekonomiya şer bi dawî bikin û bi ekonomiya aştiyê re jî em ê hemû bi hev re di nav aştiyê de bijîn.

Ber bi kongreya me ya 5’emîn re em ê bi tenê xeta HDP’ê diyar nekin. Di heman demê de em ê bi hev re qedera siyaseta Tirkiyeyê jî ava bikin. Karwanê HDP’ê karwanekî mezin e. Em bang li hemû demokrat, şoreşger, edalatxwez û azadîxwazan dikin ku em di nav HDP’ê de werin ba hev û em bi hev re bi ser bikevin.”

Kokên vê krîzê di dîroka sedsalî de heye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî wiha axivî: “Tirkiye di nav krîzeke mezin de ye. Kokên vê krîzê di dîroka sedsalî de heye. Vê desthilatdariyê ev krîz kûrtir kiriye. Di bingeha krîzê de jî nêzikatiya li hemberî doza Kurdan heye. Ji ber ku doza Kurdan bi înkar, îmha, siyaseta şer û bi feraseteke milîtarîst hatiye nirxandin, vê çerxa krîzê ava bûye. Bi taybetî piştî sala 2015’an polîtîkayên milîtarîst, înkar û îmhayê ev tişt ber bi pêş ve biriye. Ji ber vê krîz kûrtir bûye.

Çareserî bernameya siyasî ya HDP’ê ye

Li hemberî van krîz û aloziyan em diyar dikin çareserî di rêya sêyemîn de ye. Çareserî bernameya siyasî ya HDP’ê ye. Çareserî di meşa bi biryar a gelên ji çareseriyê bawer dikin e. Kîjan desthilatdarî di doza Kurdan de ketiye nav pirika çaresernekirinê beriya her tiştî berê xwe daye tasfiyekirina siyaseta demokratîk. Bi ser ketine? Na, bi ser neketin. Kesên hewl dan hilweşandinê pêk bînin, ew bi xwe hilweşiyan. Em bi meşa xwe ya bi rûmet li ser xwe ne û em ji bo guherandina welat tên. Em tên vê guherîna mezin pêk bînin.

Me biryar daye ku em bi tifaqa demokrasiyê li ser vê rêyê bimeşin. Konferansa me ya mezin a berê û kongreya me jî ev rê diyar kiribû. Em diyar dikin hêzek heye ku dikare vê pergalê biguherîne, îradeya gel a xurt heye ku vê desthilatdariyê bişîne. Wê ev desthilatdarî biçe û wê pergal biguhere. Hedefa sereke ya tifaqa demokrasiyê ev e.

Divê were zanîn ev wê ne kongreya me ya dawîn be. Kongreya me ya asayî ya 5’emîn wê bibe kongreya destpêk û avakirinê. Bi vê bîr û baweriyê em we hemûyan ji dil û can silav dikin.”

ANF/ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.