Çareserî neteweya demokratîk e

Sêşem 10 Kanûn 2024 - 03:15

  • KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got: Tişta sereke ya ku gelên Sûriyeyê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got:“Di encama geşedanên ku di du hefteyên dawî de li Sûriyeyê qewimîne, rejîma Baas’ê hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baas’ê re, li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye. Em hêvî dikin ku ev rewşa nû bibe sedem ku hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re bi rengekî wekhev û azad bijîn. Gelên Sûriyeyê ev 10 sal in ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo pêşxistina jiyana azad, demokratîk û xwişk-biratiyê têkoşîn meşandin û ji bo vê yekê berdêlên giran dan. Gelên Sûriyeyê ku têkoşînên mezin meşandine, vê yekê zêde heq dikin. Em bawer dikin ku gelên Sûriyeyê xwedî wê tecrube, zanebûn û ferasetê ne ku vê yekê pêk bînin. Hêviya me ew e ku ev hesreta gelên Sûriyeyê, pêk were.”

Dawiya netew-dewletan diyar e

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hilweşîna rejîma Baas’ê car din îspat kiriye ku sîstema netew-dewlet a yekperest wê rastî dawiyeke çawa were û ev tişt hat gotin:“Ev sîstem sedemê esas ê pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn e. Modela netew-dewletê ya ku di nava civakê de yekperestiyê esas digire, li dijî rastiya mirovan e. Rêber Apo rastiya netew-dewleta yekperest, bi kûrahî nirxandiye û diyar kiriye ku ev sîstem dijberê mirov û civakê ye, civak wê zêdetir nekare vê sîstema yekperest rake û ev sîstem wê were derbaskirin, di encama vê de wê li Rojhilata Navîn pêşî li demokratîkbûnê veke. Geşedanên li Sûriyeyê derketine holê, ev rastiya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, piştrast kirine.”

Divê veguherîn dirêj neke

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:“Weke KCK’ê ji bo li Sûriyê derbaskirina pergala netew-dewletê ya yekperest û pêşketina veguherîna demokratîk, em her tim di nav hewldanê de bûn. Me ev yek gelek caran ji rêveberiya Sûriyê re hem bi devkî hem jî bi nivîskî ragihand. Ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk a Sûriyê dirêj nebe û gel hîn zêdetir êş nekşînin me pir girîngî da vê. Gelê Kurd jî bi têkoşîna ku pêşxistî re xwestiye Sûriyeyek demokratîk pêş bikeve, bingeha vê pêş xistiye. Lê belê Rejîma Baasê di hişmendiya netew-dewletê ya yekperest de israr kir. Li Sûriyeyê çareserkirina pirsgirêkan bi vê re gengaz e. Kurd, Ereb, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Ermenî, Nûsayrî, Sûnî û hemû cudahiyên Sûriyeyê dikarin bi vî awayî jiyanek nû ava bikin. Sûriyeya nû ya bê avakirin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re dikare demokratîk û azadîparêz be. Ti carî ji xeta azadiya jinê tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve neyê avêtin.

Dewleta Tirk asteng e

Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekîtî û yekparçebûna Sûriyê dike û geşedanên Sûriyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta Tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê helwest raber bikin. Divê li rex berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih bigirin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê berxwedêr a Kurd û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê pêş bixin.

Divê rola gelê Kurd bê dîtin

Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn hebe. Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.