Çareserî li Îmraliyê ye

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:07

  • Kartal: Em vê peyamê didin xelkê xwe yê welatparêz; Ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û dîlbûna fizîkî ya Rêber Apo bi dawî bibe.

JIYAN AZAD / STRASBOURG

Bi pêşengiya KCDK-E´yê li Strasbourgê ji bo bidawîkirina dîlbûna 23 salan û tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hat kirin. Bi hezaran kes tevî serma û baranê jî ji Swîsre, Belçîka, Elmanya û Fransayê çûn Strabourgê û doza azadiya Rêber Ocalan kirin. Ew li meydana li ber Konseya Ewrûpayê civiyan. Gelke dayikan cilûbergên gelêrî li xwe kirin û gelek mêran jî şal û şapik li xwe kiribûn li Meydana Place de la Républiqueyê. Tevî van rengên wan û wêneyên Rêber Apo û alayên PKK´ê rengê azadiyê li meydanê kir.

Çaresernekirina giran

Li meydanê pankartên li ser wan nivîsandî “Ji Ocalan re azadî”, “Artêşa Tirk a Dagirker û Faşîst”, “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin libakirin û flamayên Ocalan ên bi metroyan dirêj jî hatin hilgirtin. 

Berpirsa Têkiliyên Derve ya KCDK-E´yê Bêrîvan Firat got, dewleta Tirk li ber çavên dinyayê bi fermanên Erdogan sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Wê bêdengiya dinyayê û OPCW´yê jî bi bîr xist û got, “Ciwanên me bi sîlehên kîmyewî tên qetilkirin. Ka OPCW li ku ye?”  

Di dewamê de Bêrîvan Firat li ser armanca çalakiyê peyivî: “Rêber Abdullah Öcalan tecrîd dikin û çaresernekirinê girantir dikin. Em li vir bêdengiya van saziyên li vir teşhîr dikin. CPT li Îmraliyê êşkence bi belge jî kiriye, lê belê ev saziyên em li ber wan hîna xeyalên xweşbîn dibînin.” 

Pînokyo KE

Di dema meşê de xelkê maskeyên Pînokyo danîn ber rûyê xwe ji bo ku derewkeriya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Komîsyona Ewrûpayê (KE) nîşan bide. Beriya meşê hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal ji bo çareseriyê îşaret bi Îmraliyê kir û got, Tirkiye di vê lîstikê de tenê rola gardiyan dike, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) jî rapor amade kirine, dewletên Ewrûpî bêdeng in. Kartal got, ”Miletê me yê li Ewrûpayê, xelkê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û dostên me, werin em ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li tevahiya warên civakî, siyasî, dîplomatîk û ragihandinê têkoşînê xurt bikin. Ji ber ku em îro nizanin ka halê Rêber Apo çi ye! CPT çû lêkolîn kir li ser şert û mercên jiyana Rêber Apo, got, li wir êşkence heye. Lê dîsa jî saziyên li vir û dewletên endam bêdeng in. Em vê peyamê didin xelkê xwe yê welatparêz: Ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û dîlbûna fizîkî ya Rêber Apo bi dawî bibe.” 

Bi qest Kurdistanê vala dikin

Piştî Kartal, Zozan Serhat peyivî û xeta xiyanetê ya PDK´ê teşhîr kir. Wê got, sedema drama insanî ya li ser sînorê Lehistanê ya li Belarûsê, encama hewldanên bi awayekî bi qest valakirina Kurdistanê ye. Zozan Serhat ji bo tecrîda şidandî ya li Îmraliyê jî got, “Rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di Îmraliyê re derbas dibe.”

Piştî mîtîngê meşeke 3 kîlometreyî hat kirin û li ber avahiya Komîsyona Ewrûpayê çalakî bi stranên Hozan Şemdîn bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.