• Meclîsa HDPê 16ʼê Tebaxê civîna xwe pêk anî. Di encamnameya civînê de hate ragihandin ku desthliatariya AKP-MHP'ê bi şer û dagirkeriyê hewl dide li ser piyan bimîne. HDP'ê destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka Kurd bi bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê pêkane.

Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya ku 16'ê Tebaxê pêk anî, eşkere kir.
Di encamnameya civînê de hin xalên balkêş ev in:
“Desthilatiya tekparêz û otorîter a li Tirkiyeyê ji bo dewamkirina desthilatiya xwe, wekî her carê şer, dagirkerî û talanê didomîne. Li hindur piştî ku maseya Dolmabahçeyê hat xerakirin, plana “têkşikandinê” ya berê hatibû amadekirin xistin pratîkê û cardin pêvajoya şer hat destpêkirin. Di vî şerî de dewlemendî û çavkanî hemû ji bo şer hatin dabînkirin û erdnîgariya Kurdan hate şewitandin. Her wisa şer ne tenê li hindur, li derveyî Tirkiyeyê jî hat gurkirin û pîvanên navneteweyî hemû tên binpêkirin ji bo ku konsolidasyona navxweyî bê kirin.
Bi taybetî di pêvajoya dawî de, ev desthilatî çiqas qeyranên wan ên navxweyî kûr bibe, ewqas destê xwe dirêjî der û deverên din jî dike. Lewma jî li Egeyê û li Behra Spî ragêşî û beramberiyê xurt dike û pêkvejiyana gelan dixe xetereyê û li şûna dîplomasiyê zimanê şer û êrişkariyê bi kar tîne. Li aliyekî dibe parçeyekî berberiya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê û li aliyê din çeteyên ku ji Sûriyeyê kom dike dişîne Lîbyayê û li pey armancên Neo-Osmanî û emperyal dikeve.

Em ji bo çareseriyê amade ne

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke dîrokî, civakî ye, lewma jî çareserkirina wê jî bi pêşxistina projeyên çareseriyê, bi wêrekî, bi berxwedaneke li dijî rejîma zordar dikare bê çareserkirin. Em wek HDP berpirsyariya xwe dizanin û amade ne ku bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em hemû rîsk û zehmetiyên vê pirsgirêkê baş dizanin. Lewre jî, em dubare ji raya giştî re radigihînin ku em hemû hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd erênî dibînin û bi xwe jî amade ne û dikarin rola xwe bilîzin. Her wisa em bangî hemû aktorên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û temamî raya giştî dikin da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rola xwe bilîzin û înîsiyatîfê wergirin.

Tirkiye bi qeyûman tê rêvebirin

Îro şaredariyên me bi rejîma qeyûman tên birêvebirin. Em dibînin ku di yekemîn salvegera dagirkeriya qeyûman de êdî ev pergal bûye pergaleke îdarî û li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin. Di nav salekê de, hemû reftarên rejîma Qesrê, mafên hemwelatiyê yên gelê Kurd bi awayekî fîîlî nas nake û binpê dike. Zimanê Kurdî, çanda Kurdî û nasnameya Kurdî û statûya wê nayê qebûlkirin û mafên jirêzê yên gelê Kurd bi awayekî aşkera tê binpêkirin. Îro bi awayekî aşkera, mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd hatiye xesbkirin.
Salek berê şaredariyên me yên ku bi îradeya gelê me hatibûn hilbijartin, ji aliyê desthilatiya siyasî ve hatin dagirkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.
HDP, xwedî li îradeya sindoqan derdikeve û berpirsyariya xwe ya li dijî îradeya gel a ku ji sindoqan derketiye baş dizane. Em qeyûmên dagirker û feraseta li pişt wan qebûl nakin û em ê tu carî qebûl nekin…

1ʼê Îlon pêngav

Li dijî êrişên kapîtalîzmê û hêzên otorîter ên li devera me, em hêviya aştiyê gur û geş dikin. Em ê têkoşîna demokratîk bilind dikin û di 1’ê Îlonê de bi şîara “li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” pêşwazî dikin û wê bi Meşa Demokrasiyê û Hevdîtinên Demokrasiyê ve dikin yek.
Dem dema xurtkitina têkoşîna demokratîk, dem dema bihêzkirina têkoşîna jiyaneke yeksan û avakirina aştiyê ye. Dem dema ronîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn a bi meşaleyên aştiyê ye.
Mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, bajar bi bajar… Em bangî hemû gelên xwe dikin: Werin em zincîra aştiyê ava bikin û bi meşaleyên aştiyê BI HEV RE têkoşîna xwe bilind dikin."

ANF/ENQERE