Çarenûsa hilbijartinan nediyar e

Şemî 25 Sibat 2023 - 01:07

Di 9’ê Mijdara 2022’yan de Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dengê 80 parlamenteran temenê xwe heta dawiya sala 2023’yan dirêj kir. Hinceta dirêjkirina temenê parlamentoyê, sererastkirina yasaya hilbijartinê û aktîfkirina komîsyona hilbijartinê bû, lê tevî ku 4 meh derbas bûn jî hîn ji bo amadekariyên hilbijartinê ti gav nehatine avêtin.

Di 19’ê Sibatê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku nebûna hilbijratinê, hemû proseyên siyasî û rewatiya Herêma Kurdistanê dixe bin lêpirsînê û got: “Em ê li gel aliyên siyasî dest bi hinek hevdîtinan bikin. Wê mijara hilbijartinê mijara sereke ya hevditina li gel aliyên siyasî û pêkhateyan be. Em girêdayî demê ne û divê dema hilbijartinê diyar bikin.”

 

Lahor Şêx Cengî hevserokê YNK’ê ye

Piştî ku PDK’ê di nava meha Çileyê de bi riya şandeyekê serdana aliyên siyasî kir, wê demê ragihand ku wê serdanên wê ji bo gihîştina lihevkirina ligel aliyên siyasî ya li ser hilbijartinê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê berdewam bikin, lê di 21’ê Sibatê de û di dema serdana PDK’ê ya li gel aliyan, Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê ku ser bi Desteya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ye, nivîsek pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê kir û Lahor Şêx Cengî weke hevserokê YNK’ê da naskirin.

 

Mesrûr Barzanî hilbijartinê naxwaze

Ev biryara Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de aloztir kir û hevdîtinên di navbera herdu aliyan de hate rawestadin. Li gorî çavdêrên siyasî, biyara Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Hewlêrê ji holê rakirina rewşek aram a ji bo civînên PDK û YNK’ê û îsal lidarxistina hilbijartinê ye ku tê gotin ku ev jî xwesteka Mesrûr Barzanî ye ku naxwaze îsal hilbijartin were kirin.

 

DYE-YE dixwazin PDK-YNK li hev bikin

Di demekî ku dema hilbijartina Herêma Kurdistanê bi nezelalî maye, Emerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi israr in ku îsal hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk were û li ser mijarê PDK û YNK lihev bikin.

 

Qubat Talebanî: Divê hilbijartin pêk bên

Li Hewlêrê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi Serkonsolosê Elmanyayê Klaus Streicher re hevdîtin kir.  Qubad Talebanî diyar kir ku ji bo xurtkirina pozîsyona herêmê li hemberî pêşveçunan  divê nakokî bên çareserkirin.

Derbarê rewşa herêmê de jî Qubad Talabanî got : “Divê hilbijartin ji vê zêdetir neyê  paşxistin û bên kirin, lê ji bo zêdekirina baweriya welatiyan bi hilbijartinan, pêwîst e pirsgirêk û astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinên paqij û adil bên çareserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.