Çarenûsa Başûr girêdayî KCK’ê ye

Duşem 6 Adar 2023 - 00:25

Siyasetvan û Mamostayê Zanîngeha Dihokê heman demê de Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî di derbarê banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya ji bo çareseriya aştiyane û rawestandina şer de ji Rojnews’ê re axivî.

Dr. Kamûran Berwarî bal bire ser peyama Hevserokê KCK’ê  Cemîl Bayik û got;“Peyama birêz Cemîl Bayik xwedî giringiyek siyasî, neteweyî, mirovî û demokratîke . Ev her du peyam dikare ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistan û Tirkiyeyê, bibe bingehê jiyan, siyaset û stratejiyek nû. Ger Tirkiye bixwaze ji şer û kuştinan rizgar bibe, xwînrijandinê rawestîne û demokrasiyê li Tirkiyeyê xwecih bibe, pêwîste dewleta Tirk bi desthilat, muxalefet, parlamen û gelê xwe ve bersiva bangawaziya birêz Cemîl Bayik bide.”

 

Divê bi Qendîlê re hevdîtinê bikin

Dr. Kamûran her wiha qala rola Emerîka û welatên NATO’yê di pêkanîna bangawaziya Cemîl Bayik de kir û got;“Erkê dikeve ser milê Emerîka, Yekitiya Ewrupa, NATO û raya giştî li ber bangawaziya birêz Cemîl Bayik hatine û xwedî lê derketine. Ger ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê bixwazin, divê hevkariya KCK, gerîla û Tevgera Azadiyê bikin. Ji ber ku Kurd kilîla herêmê ne, bê Kurdan ne şer çêdibe ne jî aştî. Aştiya li Bakurê Kurdistan û beşên din yên Kurdistanê, ji bo Başûrê Kurdistanê giringiya xwe heye. Çarenûs û pêşeroja herêm, hikûmet û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi PKK, KCK û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji ber wê divê ji beriya her kesê birêz Mesud Barzanî, Bafil Talebanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê werin ser xet û peywendiyên li gel Qendîlê berdewam bikin û hewl bidin.”

 

Armanc azadiya Ocalan e

Dr. Kamûran Berwarî di dawiyê balkêşa ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û got: “Gava destpêkê ya ji bo aştiyê bê avêtin, şikandina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan e, qonaxa duwem jî azadkirina wî ye. Di encamê de gelê Kurd û Tirk bi piştevaniya Ewrupa û Emerîkayê sîstemek aştiyane li Rojhilata Navîn ava bikin. Li ser bingehek exlaqî, wijdanî û mirovî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Ger ku Erdogan bi siyaset, zihniyet û dîktatoriya xwe ya niha berdewam bike wê çarenûsa gelên li Tirkiyeyê ne diyar be. Her wiha ji Erdogan û partiya wî re jî dibêjin, ev siyaset xizmeta we bi xwe jî nake, wê bibe sedema tunebûna wan. Ji bo wê divê destê aştî, biratî, azadî û demokrasiyê dirêjî KCK’ê bike. Ji ber ku şer bi aliyek tê kirin, lê aştî bi her du aliyan. Ji bo wê divê her aliyek ji bo aştiyê xebat bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.