Endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, vê hefteyê digirin.
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a li Strasbourgê di hefteya 484’an de ye. Çalakî li meydana saziyên Ewrûpayê lê vê hefteyê jî endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê dike mêvan. Di nava komê de Songul Hurgeç, Saadet Kûral û Dîlan Zaza hene.
Saadet Kûral li ser navê komê got, heta Ocalan azad bibe, jinên Kurd wî têbikoşin û şert û merc çi dibin bila bibin, divê xwedî li vê nobetê derkevin.
Kûral rexne li saziyên Ewrûpayê girtin ji ber ku xwe weke parêzvanê mafên mirovan û demokrasiyê dipesinîne, lê tecrîd û êşkenceya li Rêber Abdullah Ocalannabîne. Wê got, Ewrûpa dibe şirîkê sûcên dewleta Tirk li dijî miletê Kurd.
Saadet Kûral destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwe dispêre feraseta azadiyê û paradîgmaya Ocalan û got, ”Heta ku Rêberê me azad nebe, em ê jî azad nebin.”
Kûral ji Kurdên li Ewrûpayê xwest bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin, û got, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hewldanên komkujiyê yên li dijî Kurdan, tenê bi têkoşîneke hevpar ew dikarin bi ser bikevin.
STRASBOURG