• Ji ber ku wêneyên hevjîn û kurên xwe yên hatine qetilkirin, di Nobeta Edaletê de hilgirtine, dewleta Tirk careke din bi Emîne Şenyaşarê îfade da. 

Ji ber ku wêneyên hevjîn û kurên xwe yên hatine qetilkirin, di Nobeta Edaletê de hilgirtine, dewleta Tirk careke din bi Emîne Şenyaşarê îfade da. 

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamentere AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin, di roja 331’ê de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin.

Midûriyeta Polêsên Tirk a li Rihayê, careke din xwest ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îfadeyê bidin. Ji bo vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, bi parêzerên xwe re ji cihê nobetê çûn dozgeriyê û îfade dan dozgeriyê. 

Di îfadeyê de wêneyên kurên Emîne Şenyaşar Adil û Celal û hevjînê wê Esvet Şenyaşar ku di êrişa AKP'iyan de hatibûn qetilkirin ji Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin pirsîn. Dozgeriya dewleta Tirk binpêkirina “qanûna meşê û xwepêşandanan” ji ber hilgirtina van wêneyan dixe stûyê dayikê û kurê wê. Di îfadeyên xwe de herduyan careke din daxwaza pêkanîna edaletê kir.  Malbat li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê dewam dike.

MA/RIHA