Çare têkoşîna hevpar e

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:25

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî tayînkirina rejîma talanger û dagirker qeyûm dan û gotin: “Ev ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Mîna li Wanê em dikarin bi têkoşîneke hevpar encameke bi dest bixin.” 

Bertek û çalakiyên li dijî rejîma qeyûm ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibin. Partiyên siyasî li dijî dagirkeriya qeyûman banga “Têkoşîna hevpar” kirin. 

Mafê hilbijartinê tine dikin 

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk diyar kir ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd hatiye desteserkirin û dagirkeriya qeyûman a li şaredariyên Kurdistanê weke “cotstandartî” nirxand. Ozturk, wiha domand:’’Hemû mafên gelê Kurd tên astengkirin. Heke em bibin yek em ê bikarin vê desthilatê têk bibin. Di serî de CHP divê her kes helwestekî zelal li dijî qeyûman nîşan bide.”

Dermanê qeyûm berxwedan e

Seroka Şaxa Halkevlerî ya Stenbolê Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku di hilbijartinan de bi hezaran leşker li bajarên Kurdan hatine veguhestin û ev tişt anî ziman: “Xwestin vîna gel desteser bikin. Her wiha xwestin îradeya xelkê Wanê desteser bikin. Lê bi saya berxwedana gel paşvegav avêtin.’’

Çelîk her wiha got,’’Helwesta CHP’ê girîng e lê divê bêhtir tevbigere. Heke CHP’î bixwazin azad û laîk bijîn, divê li dijî qeyûman derkevin.’’

Erdogan darbeyê li demokrasiyê dike 

Berdevka Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konak jî got ku qeyûm, darbeyeke li dijî vîna gel e. Konak, wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘’Erdogan darbê li demokrasiyê dixe. Li welatekê rejîma qeyûm lê serdest, demokrasî tune dibe. Nabe ku vîna gel were xespkirin. Em vê qebûl nakin û dê li dijî wê têbikoşin.. Divê em li her derê li dijî qeyûm têbikoşin û dawî li vê xespê bînin.” 

Li her derê berxwedan lazim e 

Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî jî wiha got: ‘’Divê mîna li Wanê, em dîsa bi girseyî dakevin kolanan.  Em ÎHD li dijî desteserkirina vînê, mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Divê ne tenê li Colemêrgê, li her derê bertek bên nîşandan.” 

Qeyûm pêşgava faşîzmê ye 

Parlamentera DEM PArtiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî wiha bertek nîşan da: “Îktîdara AKP-MHP’ê tenê faşîzmê li gelên Tirkiyeyê ferz dikin. Qeyûm, ji bo avakirina faşîzmê yek ji gavên girîng e. Lewma em di qonaxeke krîtîk de ne. Gel bi berxwedanê bersivê dide û ev yek dê ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê girîng be.’’

Bi têkoşîna hevpar qeyûm wê bişikin 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî tehemûla desthilata AKP-MHP’ê nîne ku gelê Kurd xwe birêve bibe. Bozan, axaftina xwe wiha qedand: ‘’Heke muxalefeta civakî were ba hev dikare vê fermana qesrê pûç bike. Wan mînaka vê ye. Li Wanê hemû derdorên civakî li kolanan bûn û piştevniyê bi xwe re encam anî. Anku em dikarin bi têkoşîna hevpar a mîna ya Wanê encamekî bi dest bixin. Heke heman tişt were kirin em ê bikarin li Colemêrgê jî encamekî bi dest bixin.” 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.