Çar şehîdên Şirnexê

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:49

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên ku Tebaxê li Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûn, bi bîr anîn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên ku Tebaxê li Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûn, bi bîr anîn. 

HPG’ê bi daxuyaniya nivîskî got, ”30’ê Tebaxa 2021’ê li herêma Elkê ya Şirnexê, di encama îxbara kontrayên cihî de bombardûmanek li qadê çêbû û di encamê de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Hevrêyên me Nûda, Binevş, Şiyar û Zinar, ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi salan têkoşiyan û ji bo pêkhatina Şoreşa Kurdistanê kedeke mezin dan, bi mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştin, wê her tim bibin pêşengên gelê me yê welatparêz û hevrêyên xwe, wê bibin hincet ji bo biserxistina têkoşîna me.”

Ji bo Şehîd Nûda Garzan HPG´ê got, ”Hevrêya me Nûda li Xîzanê lji dayik bû. Bi bandora Felsefeya Azadiya Jinê ya Rêbertiyê, hevrêya ma Nûda biryar da ku li ser rêya heqîqetê bimeşe. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de ma, sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza di her karî de encam girt û bû yek ji fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû. Tevlî gelek çalakiyan bû, derbên bi bandor li dewleta Tirk a dagirker xistin.”

Ji bo Şehîd Binevş Agir HPG´ê got, ”Hevrêya me Binevş bi eslê xwe ji Çewlîkê ye, li Stenbolê jidayik bûye. Li Sakaryayê dema ku diçû zanîngehê tevlî nav karên ciwanan bû. Demeke dirêj bi fedakarî û kedeke mezin ciwanên Kurdistanê gihandin rastiyê. Demekê li zindanên dagirkeran dîl hate girtin.

Piştî pêvajoya zindanê tevlî nav refên gerîla bû. Di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Di hunerê gerîlatiya serdema nû de pispor bû.

Hevrêya me Binevş weke milîtaneke qewîn a xeta PAJK’ê wê timî di nava têkoşîna me de bê bibîranîn.”
HPG´ê ji bo Şehîd Şiyar Şêxo got, ”Hevrêyê me Şiyar sala 2012’an tevlî nava refên gerîla bû. Wî li gelek deveran gerîlatî kir, sala 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê û xwest xelkê me yê Êzîdî qir bike, tevî hevrêyên xwe erka parastina xelkê me yê Şengalê danî ser milê xwe û beşdarî Berxwedana Şengalê bû. Ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê derbasî Bakur kir û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bibîranîna hevrêyê me Şiyar wê rêya têkoşîna me her tim ronî bike.”

HPG´ê herî dawî jî ji bo Şehîd Zinar Sorî got, ”Hevrêyê me Zinar li Hezexê ji dayik bû. Ew sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek herêman gerîlatî kir û bû fermandarekî şareza yê gerîla. Tevî ku 3 caran birîndar bû bi îradeyeke xurt di demeke kurt de rehet bû û ji nû ve li çeperên şer vegeriya, bi rengekî bênavber li dijî dagirkeran şer kir. Hevrêyê me Zinar xwest li Bakur gerîlatiyê bike. Weke milîtanekî leheng ê Felsefeya Rêber Apo bi enerjiyeke mezin tevlî her karî bû û her tim karê xwe bi ser xist.”

HPG’ê di dawiyê de got, ”Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe yê ên hêja, ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin, ji bo vê jî welatê xwe Kurdistanê azad bikin.”

Nasnameyên şehîdan

HPG’ê li ser nasnameya çar şehîdên 30´ê Tebaxa 2021´ê li Şirnexê şehîd bûn, ev agahî dan:

- Nûda Garzan (Kezîban Yilmaz) a li Bedlîsê ji dayik bûye, keça Hazîne û Şefîk

- Binevş Agir (Emîne Yilmaz) a Stenbolê ji dayik bûye, keça Aysel û Mûhlîs

- Şiyar Şêxo (Xelîl Elî) yê li Efrînê ji dayik bûye, kurê Zeynep û Îbrahîm
* Zinar Sorî (Abdullah Ogûz) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Hamî û Mehmet

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.