Çar kilam ji bavê min re

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 05:04

  • Cemîle Şahîn rêbazên rêzefilman jî ji bo karê serwextkirina xelkê di meseleya zor û terora dewleta Tirk de kiriye; lê gava ev kiriye jî xwe ne xistiye şûna mamosteyekê û film qet weke ku dîdaktîk be tesîrê nake.   

Filma hunermenda pirralî Cemîle Şahîn a bi navê “Vier Baladen für meinen Vater” (Çar kilam ji bo bavê min) doh galaya xwe li paytexta Elmanyayê Berlînê kir. Film li ser malbateke ji Çewlîkê ye. Di encama projeya GAP´ê û çêkirina bendavekê de malbat bi darê zorê ji bakurê Kurdistanê tê koçberkirin. 

Piştre, polêsê Tirk bavê malê Hesen bi hincetên derew vedixwîne da ku îfadeyê bide. Ew di nezaretê de tê windakirin. Piştî wê bi salan jî, malbata wî neçar dimîne ku bi penaberî biçe Parîsê. Dewleta Tirk li Stenbolê keça malê Dîcleyê krîmînalîze dike, wê dixe hepsê. Piştî ku tê berdan lê tê qedexekirin ku ji Tirkiyeyê derkeve. Ew neçar dimîne ji dayika xwe Leyla, birayê xwe Firat û apê xwe Kazim veqete û cudakirî bijî.  

 

Leyla sembola berxwedanê ye jî

Di vî filmê hunerî de em şahidiyê dikin li şideta polês û terora ku dewleta Tirk rojane bi rê ve dibe: Av weke sîleheke şerî. Koçberkirina bi darê zorê dibe amûreke zor û desthilatê di destê rejîma dewleta Tirk a otorîter. 

Gava ku malbat li bavê malê Hesen digere, di filmê de jî tiştek têra xwe zelal dibe: dîroka ferdî ya kesan û dîroka mêhtingerî û zilma dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê di zikhev de ne.

Di vî filmî de esas Leyla ne tenê sembola bi sedhezaran kesên mexdûrê terora dewleta Tirk e, ew di heman demê de bi lêgerîn, pirs û hewldanên xwe sembola israr, piştgirî û berxwedana mexdûrên zor û terora dewleta Tirk e jî. 

Cemîle Şahîn di beşa pêşî ya “Çar kilam ji bo bavê min” de a bi navê “Bihar”ê hewl dide peywendiyên ferdî û siyasî yên di navbera mexdûr û fail de bihûne û bike ku yên li hember lê serwext bibin; û ev hewldana wê di temamê vî filmî de diyar e. 

 

Ji bo serwextkirina li ser zora dewletê

Ew gava vê dike, rêbazên ceribandinê yên rêzefilman jî serketî bi kar tîne. Mesela wê rêbaza “Cliffhanger”* a rêzefilman bi kar aniye. Wê ev yek ji bo karê serwextkirina xelkê di meseleya zor û terora dewleta Tirk de kiriye, lê gava ev kiriye jî xwe ne xistiye şûna mamosteyekê û film qet weke ku dîdaktîk be tesîrê nake.    

Gava ku keça Leylayê, Dîcle piştî 4 salan ji hepsê tê berdan û safdilya biraziya xwe ya nûgihayî dibîne, em di nava çend kêliyan de bi çend awirên di filmê de û bi çend rêz diyalogê li dînîtiya gerdûnî ya sîstemên totalîter serwext dibin. Ji bo ku xizmên xwe û xwe bi xwe jî nexe tehlûkeyê, di nava malbatê û dostan bi xwe de jî axaftin bi îmayan û negotina hin peyvan dibin. Bi vî awayî film nîşan dide ku otokratî ne ku tenê jiyana li derve ya mirovan teng û asteng dike, lê di heman demê de beden û seriyên xelkê jî dagir dike.

 

CONTEXT ji bo agahdarkirinê

Galaya beşa yekê ya vî filmî Biharê, li hola mezin Volksbühne ya navdar a Berlînê ya li meydana Rosa Luksemburgê bi rê ve çû. Ev yek di çarçoveya rêzeçalakiyên “Cinema+Context” bi amadebûna Cemîle Şahîn hat organîzekirin. 

Piştî nîşandana film jî panelek hat li darxistin. Çêker û derhênera vî filmî Cemîle Şahîn, hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, aktîvîstê hawîrdorparêz û li dijî avakirina bendavan ji Weqfa Rosa Luksemburg Ercan Ayboga, û bursgirê Weqfa Rosa Luksemburgê Lino Hunger beşdarî vê panelê bûn.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, ev panela CONTEXT´ê bi moderatoriya Raquel Kishori Dukpayê dewam dikir.

 

Cemîle Şahîn weke hunermendeke pirralî

Cemîle Şahîn ne tenê filmçêker e, ew nivîskar, û hunermedeke şêwekar û înstalasyonan a pirralî ye jî. Ew sala 1990´î li paytexta Hessenê Wiesbadenê hat dinê. Romanê wê “Taxi” (2019) û “Alle Hunde Sterben” (Kûçik hemû dimirin; 2020) li nava Elmanyayê para bêhtir bi rexneyên erênî hatin ecibandin. Di van romanan de ew kite bi kite bi nîşandana şidetê, zora dewletê û milîtarîzmê.  Ew bi amûrên weke film, fotograf, peyker, înstalasyonê jî kar dike. Mijarên ku herî zêde bala wê diçe ser wan jî awayê xebitîna “dîroknivîsandinê” ye û ew nexasim jî berê xwe dide meseleyekê: Dîmen û wêne çawa ji bo manîpulekirinê tên bikaranîn.  

 

* Ev rêbaz bi pirranî ji bo rêzefilman tê bikaranîn. Di dawiya beşên rêzefilmekê de dawiyeke vekirî û bi sir tê hiştin. Bi vî awayî di beşên din de li ser wê vegotinê rêzefilm dewam bike. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.