Dengê hejaran; Ahmed Şemal

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Nîsan 2025 - 00:57

Çawa ku Humermend Ehmed Şemal bi xwe bi hejarî jiyan kiriye, piraniya stranên xwe jî ji bo hejaran gotiye û çîna hejar xwe di nava stranên wî de dîtiye, lewma bûye dengê hejaran.

Ehmed Şemal di sala 1922’yan de li Taxa Çiwarbaxî ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Navê Ehmed Şemal yê temam Ehmed Mehmûd e û bi navê ‘Ehey Xulesneyî yan jî Ehmed Şemal tê naskirin. Ji ber ku bavê wî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, nasnavê Sine jî girtiye.

Di temanê xwe yê zarokatiyê de dest bi xwendina Quranê kiriye, piştre ji ber rewşa hejmariyê ders ji xwendinê di berde û li bajaran dest bi karkeriyê dike û alîkariya bavê xwe dike. Di jiyana xwe de karên weke, karkerî, nêçîrvanî, şivanî kiriye. Jiyana xwe bi êş derbas kiriye. Her wiha li gel kar girîngî daye hunerê jî. Piranî şivanî kiriye.

Li Silêmaniyê dizewive û bavê 6 zarokên bi navê Cemal, Celal, Ceza, Şemal, Nask û Benaz e.

Stranên ji bo xweza û Kurdistanê

Ehmed Şemal li Silêmaniyê dest bi karê hunerê kiriye. Li gel jiyanek wî ya dijwar hebû, lê dîsan gelek bi hêvî bû. Ehmed Şemal kesek gotin xweş bû û dev bi ken bû. Rûniştinek li gel wî bêyî ken derbas nedibû. Ji derveyî vê, stranên wî jiyana wî vedigot. Stran ji bo evîndaran û xwaza Kurdistanê gotiye. Kesek welatparêz bû. Di nava civakê de bi gotinên xwe yên xweş û bi bandor dihat naskirin.

Di sala 1953’yan de dest bi karê hunerî kiriye, piştî demekê di nava civakê de tê naskirin û ji aliyê gel ve tê heskirin. Li gel hunermendên wê demê, hunermend Mamlê, Merdan û zîrek stran gotiye. Piştî ku Hunermend Ehmed Şemal wefat kir, di sala 2016’an de pêykersaz Teha Resul peykerê wî çêkir û taxa Çiwarbaxî yê Silêmaniyê danî.

Huner gelek bi nirxe lê nirxê wê nîne!

Peywendiyên wî yên li gel hunermendên din baş bû. Tê gotin ku zêdetir peywendiyên wî li gel Hesen Zîrek baş bû. Piraniya demên xwe bi hev re derbas kirine. Li şahiyan bi hev re stran gotine, lê yek jî nehatine tomarkirin. Ehmed Şemal tevlî şanoyê jî bûye. Yek ji wan şanoyan, bi navê Meteda ye. Rola wî ya sereke weke dengbêj bû. Karê xwe yê hunerî li malan kiriye û girîngiyek mezin dayiyê ye. Hewl daye hunera xwe pêşve bibe.

Di wê serdemê de ji ber ku gelek girîngî ne didan hunerê, ev jî dibe sedema berteka Ehmed Şemal û dibêje:

“Huner gelek bi nirxe, ax nirxê wê nîne

Di nava Kurdên me de qîmeta wê nîne

Bi kirêt bang dikin, jêre dibêjin

Ev kabira miritbe

Ji vê xerabtir ku hejar bû, jêre dibêjin kevniye

Lê serwet û malek zêde hebe

Her çi cûr be

Eşhedû pêdakêşin, jêre dibêjin

Her mêrê wiha nîne”

Nivîskar û Lêkolîvan Reûf Şêz Ezîz pirtûkek li ser jiyana wî nivîsandiye û belav kiriye. Nivîskar di vê pirtûkê de bal kişandiye li ser jiyan û kar û xebatên wî yên hunerî. Hunermend Ehmed Şemale di 3’yê Nîsana 1997’an de ji ber nexweşiyê li bajarê Silêmanî koça dawî kir û li Silêmaniyê hate oxirkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.