Çanda civaka Ermen diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Tebax 2024 - 00:03

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Ermen jî wekî cêwiyên xwe yê Kurd rastî komkujî û qirkirinan ji hêla Osmanî û dewleta Tirk a dagirker de hatine û tên jî, lê ruxmî vê yekê jî hewldanên neviyên wan û nifşên nû hene ku dîrok çand û zimanê xwe ji windabûn û êrîşan biparêzin.  Endam û şanoger Êma Êma Mîkaîliyan ku di Komîteya Çandê ya Meclisa Civaka Ermenî de cih digre, behsa dewlemendiya xebatên xwe yê çandî, hunerî û şanogeriyê kir.

Êma Êma Mîkaîliyan di destpêkê de wiha erkê komên stran, govend û şanoyan da nasîn û got: "Ji stranan bigre heta govend û şanoyan armanc û name yek e, ku bi awayekî nûjen qirkirina ku berî sedsalekê çêbûye biteyisînin. Koma Ararat a şanoyê, koma Artsax a govendê û koma sêyem jî koma Sayatnova a stranan e. Stran û awazên dapîrên me îro bi dengê neviyên wan ango nifşên nû yê şoreşê tê gotin, bê guman reseniya wê diparêzin.

Gelek govendên me hene, lê her govendek bûyerekê îfade dike. Govendên me hezkirina bi axê, hêz, mayina Ermeniyan ruxmî qirkirin û komkujiyan, govned û stranên bedewbûna jina Ermen diteyisîne. Hemû şanoyên me teyisandina roja qirkirinê ye ku çawa ew qirkirin û careke din Ermeniyan xwe kom kirin. Gelek şanoyên me çêkirî hene ku di her mihricanekê de jî em şopa xwe lê dihêlin."

Li benda xebatên cûda bin

Êma Êma Mîkaîliyan berhemên xwe yê 4 salan bibîrxist û wiha pêl da gotina xwe: "4 sal ji berhemdariyê û didome jî. 18 şano me çêkir û li ser dikeya şahî, mihrican û festîvalan pêşkêş kir. Her wiha me di 4 kurtefilmên sînema de jî cih girt. Niha jî em amadekariyê şanoyeke gelekî xweş dikin ku em ê di mihricana Şehîd Ronahî Bawer de pêşkêş bikin, wê dilê hemû mêvanan şabike. Bê guman şano jî li ser jina Ermen e, naxwazim hûrguliyên wê bînim ziman lê çav li rê bin, em ê şanoyek ku wê şopa xwe heta heta bihêle pêşkêş bikin. Şanoyên me rastî elaqeyeke gelekî xweş ji tamaşevanan tê û ev dihêle ku hîn bêtir şanoyên me cûda bin. Li benda me bin, em ê gelek xebatên cûda çêbikin û bibin wêneyek ji çanda gelê Ermen."

Ermen xwe bi rêxistin dikin

Êma Êma Mîkaîliyan da xuyakirin ku ew hêz, zanebûn û enerjiya xwe dixin xizmeta zindîkirin çand û hunera Ermenî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ermenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe birêxistin dikin dixebitin û hewl didin ku dengê xwe bilind bikin, da ku cûdabûna xwe ji gelê din re nîşan bidin. Çawa gelên din çanda xwe bi awayên cûda nîşan dide, em jî hez dikin şopa xwe li her rawestgehê bihêlin. Ji lewra niha di komên me de jin û ciwanên nûgihayî hene û em bêtir girîngiyê didin vê kategoriyê."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.