Çanda APO’yî li cîhanê belav dikin

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:40

  • Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven got:"Em ê bêteredût çanda Apoyî li Rojhilata Navîn û cîhanê li nava tevahiya mirovahiyê belav bikin." Rotînda Amed jî got:’’Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim."

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku wezîfeya wan ew e ku biryarên stratejîk ên Rêber Apo ji dil û bê kêmasî bi cih bînin û got, "Em ê bêteredût çanda Apoyî li Rojhilata Navîn û cîhanê li nava tevahiya mirovahiyê belav bikin." Axaftina Nedîm Sever wiha ye:"Di serî de damezrînerê vê tevgera azadiyê Rêber Apo silav dikim, hezkirinên xwe tînim ziman. Di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînim. Bejna xwe li ber wan ditewînim. Bi hêvî û armancên wan ve girêdayî, heta welat û civakek demokratîk, sosyalist bi ser bikeve, em ê li ser rêya şehîdên azadiyê bimeşin. Em bi erkekî dîrokî re rû bi rû ne. Ked û xebata bi pêşengiya PKK’ê hatî avakirin, kedeke pîroz e. Ev keda şehîdan e, keda çanda hevaltiyê ye, keda civaksaziyê ye, keda nêrîn û felsefeya azadî û demokrasiyê ye. Kedekî azadiya jin û pêşengiya civakê ye. Weke milîtanekî Rêber Apo û kadroyekî demdirêj ê vê şoreşê ez bi dil û can û bi zanebûn tevlî bûm. Em li ser esasê lêgerîna tevgera sosyalîst tevlî bûn. Herî zêde tevgera Apoyî ji lêgerînên me re bû bersiv. Azadî û demokrasî di Kurdistanê de bicihanîn, erkên wê demê bûn. Dibe guhertin û veguhertin me baş di wextê xwe de pêk neanîbe, yanî di dema pêwîst de guhertinên pêwîst nehatin kirin, lê em ji nirx û armancan dûr neketin. Di vê kongreyê dibe ku PKK mîsyona xwe temam dike, xwe fesix dike, lê belê mîsyona dîrokî teslîmî dîroka mirovahiyê dike. Lewma Rêber Apo dibêje, ‘Di mirovahiyê de israr, di sosyalîzmê de israr e’. Em wisa fêm dikin.

Rojev bicîhanîna biryarên Rêber APO ye

Li gorî dîtina min rojeva kongreya me ya esasî, yek xal e. Bi dil û can biryarên stratejîk ên Rêber Apo pêk bînin. Bê teredut, em ê çanda Apogeriyê ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî li mirovahiyê belav bikin. Erkên me berfirehtir û mezintir dibin. Li hember wan erkan xwenûkirin, xweguhertin û xweperwerdekirin ji bo me girîng e. Ez amade me hemû guhertin û veguhertinan di xwe de çekim, ez dubare Kongreya 12’an a PKK’ê silav dikim, silav û rêzên xwe nîşanî hemû hevalan didim."

Her gotina Rêbertî talîmat e

Ji delegeyên kongreyê Rotînda Amed jî ev nirxandin kir:"Ev cara yekem e, ez tevlî kongreya PKK’ê dibim. Di şexsê heval Fuat û Riza de me dît ku berdêl dayîna PKK’ê çiqas giran e. Di nava PKK’ê de her hevalek bi rengê xwe heye. Cudabûna hevalên PKK’ê di rengê xwe yê şehadetê derketiye holê. Her tim ji bo me bûne pêşeng, me jî soza xwe li beramberî wan nû kiriye. Car din ez bejna xwe li ber şehîdên xeta Apogeriyê, ditewînim. Weke hevalan gotî, her gotina Serokatî ji bo me perspektîf û talimat e. Serok rûpelek ku tenê ji bo silav bide me, nivîsandibû. Yanî hezkirin, bêrîkirin û wate dayîna jin… Erkê herî mezin jî ev da pêşiya me, divê ji bo mijara rexne û rexnedayînê hevalên pêşengiyê bikin. Dema min şîroveyên Rêbertî yên li ser Gilgamêş û Enkîdu bihîstî, min got bajarbûyîn di mirovan de koletiyê dijwar dike. Eger em yekîtiyeke xurt çêbikin, bê guman em dikarin êrîşên jiderve têk bibin. Ez xwe amade dibînim ku paşerojê de çi erk û berpirsyarî hebe, ez ê bê fikar tevbigerim. Ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.