Çanda abîdeyên li dijî faşîzmê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Li welatên Yugoslavyaya berê hin abîdeyên ji betonê yên dêwane hene. 

Li welatên Yugoslavyaya berê hin abîdeyên ji betonê yên dêwane hene. Ev abîde ji bo bibîranîna şer û muharebeyên li dijî faşîzma Hîtler hatine avakirin û li cihê wan muharebeyan ew hatine avakirin. Ew ji ber wê gelek caran li deverên dûrî gund û bajaran in. Ev abîde bi navê spomenîk tên zanîn û maneya wan bi zimanên sirb-xirwatî maneya wê abîde ye.

Li ser înternetê gelek caran ji peywendê qut, wêneyên wan tên parvekirin. Ev wêne bi pirranî yên wênegirê Belçîkî Jan Kempenaers in. Tenê weke Spomenîk1, Spomenîk 2 tên bi navkirin û navê cih jî tê hildan, û wiha li ser înternetê tên belavkirin. 

Esas bi înîsiyatîfa General Tîto, mîmarên tevgera çandî ya Yugoslavyayê yên weke Duşan Camonya ew çêkirine.

Spomenîks niha veguherîne markeyeke serketî, lê ti kes behsa serpêhatiya wan û peywenda wan nake. Ji ber wê jî niha mîmar û hunermendên ji welatên Yugoslavyaya berê bersivê digihînin van kêmagahiyan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.