Çand û ziman nebe mirov tine dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Îlon 2020 - 23:00

ZEYNEP KÛRAY
ANF/ STENBOL

Oldar û hunermend Şaban Ok, qedîseyên bi Kurdî yên li dêran tên gotin, di albûmên bi navê "Awazên Kurdên Xiristiyan 1 û 2" de li hev kom kir. Ok li dijî tekperestiya ku tê ferzkirin, çand û rengên cuda ji nû ve tevlî nava jiyanê dike.
Şaban Ok ê 55 salî ku Kurdekî Xiristiyan ê ji Amedê ye, hem li dêran weke wezîfedarê olî dixebite, hem jî çanda xwe dike huner. Ok qesîdeyên Kurdî yên li dêran dixwîne, di albûmên xwe yên bi navê "Awazên Kurdên Xiristiyan 1 û 2" de berhev kiriye. Qala zor û zehmetiya Kurdbûn û Xiristiyanbûna li Tirkiyeyê kir.
Şaban Ok ku demeke dirêj li Amedê li dêrê wezîfedarê olî bû, bi baweriya ku her kes divê bi zimanê xwe yê dayikê îbadeta xwe bike, beriya 7 salan dest bi gotina qesîdeyên bi Kurdî kir. Ok bi navê Yekîtiya Dêrên Ewrûpayê çû warê mozaîka gelan Rojava û jiyana li wir tê hûnandin lêkolîn kir. Ok bi salan alîkarî da civaka Êzîdî jî ku ji ber êrişên DAÎŞ'ê neçar ma ji Şengalê koç bikin.
Li ser zor û zehmetiyên Kurdbûn û Xiristiyanbûna li Tirkiyeyê, Ok diyar dike ku Xiristiyanî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji aliyê rêveberiyan hemûyan ve tê biçûkxistin.

Travma zarokatiyê

Ok anî ziman ku li Tirkiyeyê, her wiha li welatên din ên Îslamê têkildarî Xiristiyanan têgihiştineke nebaş hatiye afirandin û got, "Ji dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû û pê ve neteweperestiyeke ji fikrê yek tîp, yek nêrîn li nava civaka Tirk hate belavkirin. Ji ber ku mixabin yekîtî, hevretî çênebû. Di mijara mafê mirovan, gerdûnîbûnê de mirov nehatin perwerdekirin. Li Tirkiyeyê ti carî feraseteke demokrasiyê ya pêşketî çênebû û vê yekê bandora herî neyînî li Kurdan kir. Dema ku tu Kurd be û di ser de Xiristiyan be, êdî bi xwe bifikirin bê nêzîkatiyeke çawa tê nîşandan.
Timî dibêjim; herhal em li erdnîgariyeke şaş ji dayik bûn û mezin bûn. Bûyerek ku di zarokatiyê de bi serê min ve hat qet ji bîra min naçe. Wê wextê çend sal di ser operasyona Qibrisê re derbas bûbûn. Me li navçeya Baglar a Amedê bi gogê dilîst. Goga me çû ber nuqteya leşkeriyê ku li kolanê nobed digirtin. Ez wê demê 9 salî bûm. Dema min ji leşker pirsî 'Keko tu dikare goga me bide?' wî ev bersiv da: 'Bêguman ez bidim'. Lê rahişt kêrekê, pê gog teqand û piştre avêt ber min. Wê rojê travmayeke mezin bi min re çêkir."

Em ê bi ser bikevin

Ok ragihand ku divê mirov ti carî hêviya xwe ya ji bo paşerojê winda nekin û got, "Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin; eger emrê me têrê neke jî wê nifşên bên, zarokên me karibin hîn bi rengekî azad biqîrin û azadiyê xurt bikin. Di dawiya dawî de em ê bi ser bikevin. Ji ber ku ti civak nîne ku têkoşiya be lê bi ser neketibe. Em ji bo vê yekê stranên xwe amade dikin, hewl didin mîrateyekê ji gelê xwe re bihêlin."
Ok diyar kir, gelekî ku çanda xwe nebe, tune dibe û bang li her kesî kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkeve.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.