- Muzîkjen Tîtî Robîn li hemberî qetlîama dawî ya li Parîsê klîpeke bi navê “Çand li hember hovîtiyê” parve kir, nihêrîna xwe ya hunerî bi vî awayî rave dike: “Li gorî min di ruhê afirîneriyê de biha, bazirganî û qayişkêşanî tine ye. Lêgerîna estetîkê tekane ajo ye ku min têr dike.”
ARDÎN DÎREN
Muzîkjen Tîtî Robîn ji bo endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi bîr bîne li ser hesabê xwe yê youtube bi navê “La culture contre la barbarie” (Çand li hember hovîtiyê) klîpek parve kir. Wî di vê klîpa xwe de cih daye wêneyên wan kesan ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji bo klîpa xwe jî wêneyên ku Maryam Eşerfî girtine, bi kar anîne û klîpa xwe weşandiye. Min berê jî navê Tîtî Robîn bihîstibû û li çend stranên wî guhdarî kiribû, lê piştî klîpa wî ya “Çand li hember hovîtiyê” min xwest hinek lê bikolim bê ka rehên muzîka ku çêdike heta kur diçin û muzîka wî jî kîjan çavkaniyan xwe têr dike.
Ji ‘muzîka dinyayê’ çavkaniyên dilsoz
Malpereke Tîtî Robîn heye ku wî li wir gelek nivîs, wêne, album û her wiha konserên xwe parve kirine. Tîtî Robîn tevî wêneyekî xwe ji mêvanên malperê re dibêje, “Ez zarokê wê çanda bin erdê me û muzîk û nivîsên min ji wê çandê dizên” û lêgerîna xwe ya muzîkê bi van hevokan tîne ziman: “Rêwîtiya rastîn di dilê meriv de ye, muzîk jî ji vê çavkaniya dilsoz ava dibe. Berê ‘wextên zêrîn’ tine bûn, ji lewma bi pey wan wextan nakevim û tim guhdarê dilê xwe me.” Ew dilê ku lê guhdar bû, Tîtî Robîn ber bi “muzîka dinyayê” ve bir û ji bo vê yekê li gelek welatên dinyayê geriya û bi komên cur bi cur re konser li dar xistin. Binavkirina weke ´muzîka dinyayê´ li pênasekirina muzîka wî tê, ji lewre herçend ew li Fransayê hatibe dinyayê jî, meriv nikare bibêje ew Fransî ye ji ber ku nasnameya wî ya muzîkê dibe pasaporta wî û ew bi vê paseportê dibe hemwelatiyê gelek welatan. Ew di ser welatên Balkanan re heta Hindistanê çûye û ji çanda her welatî û her wiha muzîka her welatî fêrî tiştekî bûye û li xwe zêde kiriye. Li hêla din jî di ser Endlusê re jî derbasî Efrîkayê bûye û li wan welatan jî rehên din li muzîka xwe zêde kirine.
Bi muzîkjenên xwecih re derdikeve ser dikê
Tîtî Robîn sala 1957’an li Fransayê tê dinyayê. Şêwaza wî ya jixweber kir ku ji muzîka “Gypys-Romanî” (ya gewendeyan) bêhtir hez bike û bêhtir bi rîtmên gewendeyan daket. Lê tevî koma “Johnny Michto” muzîkeke alternatîf jî ava kir û temaya xwe ya bi navê “mehdî” ku weke temayeke Efrîkî ya taybet tê zanîn, afirand. Wî tevî komên cuda bi vê temayê gelek stran gotine. Ew pirr baş gîtar, bizq, mandolin û ûdê dijene. Wan serê pêşî yên muzîkjeniya xwe, di nav Ereb, Efrîkî û gewendeyan de dimîne û bêhtir li festîval û konserên wan derdikeve ser dikê û bi vî awayî tê naskirin. Jixwe, kesên ku bi wan re dixebite jî kesên ji komên cihê yên etnîk û xelkên xwecihî ne. Yek ji wan kesên navdar ku pê re her tim li ser dikê ye û di hêla muzîkê de ew xurt kiriye, perkusyonîstê Berber Abdelkerîm Samî ye, ew jî ji Fasê ye. Ji bilî van kesan, her wiha ûdjenê navdar Munîr Bashir, stranbêj Mohammad Reza Shajarian û nivîskar Yaşar Kemal jî li ser muzîka wî tesîr kirine. Tîtî Robîn di rêwîtiya xwe ya muzîkê de tim van kesan bi bîr tîne û dibêje, di hêla estetîka muzîka wî de ev kes bi bandor bûne.
Konserên zindî û qeydên wan
Tîtî Robîn li welatên weke Fransa, Hindistan, Morîtanya, Fas, Îran, Iraq, Tirkiye, Lubnan û Filistînê bi komên cuda re derketiye ser dike û qeydên konserên xwe yên zindî girtine. Wî paşê ev qeyd weke album weşandine. Konserên ku tevî komên cuda organîze kirine ji albumên wî navdartir in û bêhtir ji wan hatiye hezkirin. Yanî wî qedr daye qeydên konseran û ev konser veguherandine arşîveke xurt. Her wiha bi van komên muzîkê re gelek projeyên din jî birine serî. Tevî ku li gelek welatan û bi kesên cihê re muzîk îcra kiriye jî şêwazeke wî ya xweser û resen heye. Ji ber van hêlên xwe, meriv nikare muzîka wî tenê bi welatekî yan jî çandekê ve girê bide û bi vî awayî binirxîne. Ji lewma jî muzîka ku ew îcra dike weke nimûneyên “muzîka dinyayê” tên hesibandin û xelk bi kêfxweşî li muzîka wî guhdarî dike.
Ruhê afirîneriyê qayişkêşanê nahewîne
Tîtî Robîn ji bilî muzîka xwe bi kesayeta xwe ya dilpak jî tê naskirin. Tîtî Robîn nihêrîna xwe ya hunerî bi van hevokan rave dike, “Di rêwîtiya xwe ya muzîkê de ez her tim ji qayişkêşanê reviyame. Min ev yek bi baldarî pêk anî. Ji lewre hûn ji min bipirsin, li gorî min di ruhê afirîneriyê de biha, bazirganî û qayişkêşanî tine ye. Lêgerîna estetîkê tekane ajo ye ku min têr dike û nahêle bikevim qayişkêşanê.”
Ji xwe dema meriv li rêwîtiya wî ya muzîkê dinihêre meriv pirr eşkere vê yekê dibîne. Ji konser, albûm û qeydên ku girtine ev yek diyar e. Albûmên Tîtî Robîn ên bi navê “Le Regard Nu (Awirekî tazî)”, “Un Ciel de Cuivre (Ezmanekî ji sifr)” û “Sur Les Rives (Li peravan)” çend ji wan albumên têr û tije ne. Lê belê dîskografiyeke wî ya pirr dewlemend heye û gelek konser qeyd kirine û her konsera wî nîşaneya çandên qedîm yên xelkên xwecih e û xebatên wî ji bo çandên xelkên xwecih weke çavkaniyên bi qîmet tên dîtin.
Bi rengan jî helbest tên nivîsandin
Ji bilî van hunermendan helbest û şêwekarî jî du hunerên sereke ne ku muzîka wî dewlemend kirine. Nexasim jî helbestvanên weke Machrab, Hafiz Şîrazî û Seamus Heaney bi helbestên xwe, rê nîşanî wî dane. Ji şêwekaran jî Cezanne û Van Gogh bûne çavkaniya îlhama muzîka wî. Heta, wî li ser bergê albûmeke xwe ev hevokên Vincent Van Gogh nivîsandine, “Hûn ê kêngî fêhm bikin ku meriv dikare bi rengan jî helbestan binivîse, weke ku meriv bi muzîkê xemên xwe ji ser xwe diavêjin, heman tiştî dikarin bi rengan jî bikin.”