- Parêzer Cemal Demîr bi Rêber Abdullah Ocalan re 7 caran hevdîtin kiriye; ew Girtîgeha Îmraliyê weke “Çalereşa hiqûqê” pênase dike û dibêje: Divê li dijî tecrîdê dîplomasiya navneteweyî û mekanîzmayên miracaetan bixin nava liv û tevgerê.
ADNAN BÎLEN / MA / WAN
Parêzer Cemal Demîr di navbera salên 2008 û 2011’an de 7 caran çû Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin; wî pêvajoya komployê û Girtîgeha Îmraliyê nirxand û gotm, “Di şert û mercên awarte de û rêgezên bingehîn ên hiqûqa Tirk hemû, nexasim jî rêgeza dadger hatin binpêkirin. Di nava çend mehan de dadgehkirineke adetî kirin û doz bi dawî kirin. Pêvajoya dozê ya li Dadgeha Bilind jî zêde dom nekir. Doz, veguhestin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Lê DMME´yê li gorî rola xwe ya dîrokî û tecrûbeya dadgehkirinê tevnegeriya, tenê di çarçoveya endamtiya leşkerî de tevgeriya û biryara binpêkirinê da. Bi vê yekê re lêgerîna edaletê ya gelê Kurd li ser bingehê hiqûqa cîhanê, careke din bêbersiv hate hiştin. Ji ber vê yekê, komplo û pergala Îmraliyê bi tespîteke rast weke ‘çalereşa hiqûqê’ hatiye pênasekirin.”
Girava girtina Kurdan
Parêzer Demîr, qala pergala tecrîdê ya li Îmraliyê kir û got,“Divê mirov pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pirralî û weke yekparçe binirxîne. Wateya wê, ji girtîgeheke giravê gelek ji vê û wêdetir e. Di esasê xwe de em bi pergalekê re rû bi rû ne. Ev pergal, tenê ji projeyeke mîmarî û tecrîda fizîkî pêk nayê. Di heman demê de hêmayên civakî, psîkolojîk û felsefîk jî di nav de hene û projeya endezyariya psîko-sosyal e. Lewma, li wê derê di şexsê kesekî de gelek hatiye zindanîkirin. Di serdana ewilî de hesta ‘cihê ku gelê Kurd lê hatiye hepskirin’ bi mirovî didin hîskirin. Piştî ji hevdîtina ewilî vegeriyam, li gel gelek hest û hizran, her wiha fikra ‘xweziya her Kurdekî bikariya biçûya serdana giravê û şahidiya vê pergalê bikira’ bi min re çêbûbû. Ji ber ku di vê serdanê de mirov bi Kurdbûna xwe di asteke cuda de dijî.”
Pênaseya hiqûqa înfazê: Tecrîd
Demîr, da zanîn ku tecrîd û îzolasyon di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de teşe girtiye û got, “Êdî pênaseyeke cuda ya hiqûqa înfazê ya tirk heye. Hewl didin têkiliya şexsiyetên siyasî yên weke dîlgirtiyan radigire, bi vî awayî ji malbat, parêzer, civak û tevgera siyasî re qut bike. Lê ji bo bidawîkirina vê tecrîdê, çalakî û xwepêşandanên cidî nayên kirin. Mixabin vê yekê jî kir ku tecrîd domdar be û sîstematîk bê meşandin. Ji roja Ocalan birin girtîgeha giravê ve ti caran nehiştine mafên xwe bi rêk û pêk bi kar bîne. Her carê hincetên weke muxalefeta hewayî, keştî xerabe ye û cezayên disiplînê hatine nîşandan. Heta gelek caran ji bo wan ne hewce bûye hincetê jî nîşan bidin.”
Hestiyariya civakî girîng e
Demîr, anî ziman ku gelê Kurd di mijara têkbirina tecrîdê de dikeve nava kêmasiyan û got, “Di mijara teşhîrkirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan de kêmasiyên gelê Kurd hene. Heq ew e ku hestiyariya civakî derxînin asta herî jor. Divê bibe rojeveke germ a welêt û cîhanê. Ji bo vê jî li gel çalakî, xwepêşandan û protestoyan, divê di qada navneteweyî de jî dîplomasiyeke baş were kirin û mekanîzmayên hiqûqî û miracaetê îdarî bixin nava tevgerê. Tecrîdkirina Ocalan, tê wateya fetisandina çareserî û perspektîfa çareseriyê ya pirsgirêka Kurd. Tecrîd, nîşaneya nêzikatiya li dijî gelê Kurd e. Dengê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tecrîd dikin. Dewleta Tirk dewleteke ewlehîperest e û deriyên wê li demokrasiyê girtî ne. Ev yek encama nêzikatiya wê ya li dijî pirsgirêka Kurd e. Jixwe pirsgirêka Kurd veguherandiye pirsgirêka man û nemanê. Ji bilî hêza xwe ya leşkerî, artêşa çeteyên paramîlîter ku zêdetirî sedhezaran kes in jî xwedî dike. Tevahiya çavkaniyên aboriyê yên welêt ji bo şer xerc dike. Di bingehê krîzên îdarî, siyasî û aborî yên li welêt de jî ev heye.”