‘Çalên mirinê’ divê bêne girtin

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:18

Girtîgehên bi tîya Y û S’yê ku weke ‘çalên mirinê’ têne pênasekirin, dibin sedema mirina girtîyan. Li van girtîgehan têkiliya girtiyan ji hev tê qutkirin, girtî têne tecrîdkirin. 

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê parêzer Cîhat Durmaz diyar kir ew ê rojevê bînin meclîsê û hewl didin van girtîgehan bidin girtin.

Li Tirkiyeyê girtîgehên tîpên Y û S hatine avakirin û wek “çalên mirinê” tên pênasekirin. Her roj li van girtîgehan heqê girtiyan têne binpêkirin. Piştî sala 2016’an 7 heb girtîgehên tîpên Y ve 6 heb girtîgehên tîpên S hatine avakirin. 

Ji ber ku mafên girtiyan tê binpêkirin ev girtîgehên tîpên Y û S ji rojevê nakevin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê parêzer Cîhat Durmaz ku serdana van girtîgehan dike, diyar kir ku divê ev girtîgeh bên girtin. 

Li Îdirê 4 girtî bi gumbarî mirin 

Durmaz, anî ziman ku ev girtîgeh ji bo tecrîdkirina girtiyan û girtî ji hev dûr bimînin hatine avakirin û got: “Li van girtîgehan têkiliya girtiyan hema bêje tune ye. Girtî ji bilî saetek û nîvê hemû wextê xwe li qawîşê derbas dikin. Girtî di hefteyê de yek an du saetan dikarin hev bibînin. Ji ber rewşa ku girtî tê de ne, ji van girtîgehan re jî ‘çala mirinê’ tê gotin. Ji ber şert û mercan gelek pirsgirêkên cidî yên tenduristî û derûnî li girtiyan diqewime û peyda dibe. Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku ji sala 2021’an ve hatiye avakirin, heta niha 4 girtiyan bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di serî de li girtîgeha Îdirê û li hemû girtîgehên tîpa S û Y her cure mafên girtiyan tên binpêkirin. Heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu gav nehatine avêtin.”

Tecrîd bûye polîtîkayek 

Durmaz bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî û got ku tecrîd êdî veguheriye polîtîkayekê û bi vê yekê re jî li şûna çareseriyê, polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û îmhayê pêk tên.

Em ê ‘çalên mirinê’ bînin rojeva Meclîsê 

Durmaz destnîşan kir ku wan ji bo girtina tîpên Y û S dest bi xebatê kirine û wiha got: “Wek hiqûqnasan daxwaza me ew e ku girtîgehên di pêvajoya înşeatê de ne bên girtin. Divê hikûmet bibîne ku ev girtîgeh ji nû ve entegrekirina girtîyekî di nava civakê de, ji civakê vediqetîne. Ji bo girtina girtîgehên tîpa S û Y bi OHD, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û gelek saziyên sivîl re me dest bi xebatê kir. Em ê vê yekê bînin rojeva raya giştî û Meclisê û ji bo girtina van girtîgehan bixebitin. Li şûna avakirina van girtîgehên nû, divê rejîma înfazê û binpêkirinên li girtîgehan bên axaftin û nîqaşkirin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.