• Li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê milîsên HBDH, Yekîneyên Tolhildanê û YPSê çalakî kirin.

Milîsên HBDH'ê li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê 23ʼê Tebaxê 57 wesayit şewitandin û gotin, "Tirkiye ne welatekî tûrîstîk e, ne cihê betlaneyê ye. Welatekî şer e. Xwe jê vegirin."
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Destan Kurdistan li Amed, Êlih û Wanê çalakî li dar xist. Yekîneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li Amedê di 22’ê Tebaxê de li ser rêya gundê Kepo ya li ser rêya Farqîn û Êlihê mînîbusa zirxî ya cerdevan û leşkeran bi sabotajê şewitand. Li pişt nexweşxaneya dewletê leşkerekî pispor ê artêşa dijmin jî hate cezakirin.
Li Wanê, 16’ê Tebaxê li ser Rêya Demokrasiyê ya Bostanîçî polîsan bi gaza rondikrêj êrîşî pîrozbahiyê kir. Yekîneya me ya xweparastinê mudaxele kir, bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li polîs û wesayîtên wan hate xistin. Piştî şerekî dirêj dijmin vekişiya.
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Kerwan Selûl ên YPS'ê di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran" de li Îzmîrê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan de 23'ê Tebaxê li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li bendergeha Marînayê çalakiya sabotajê hate kirin ku herêmeke tûrîstîk e, û zirareke mezin danê.
19'ê Tebaxê li navçeya Bornova ya Îzmîrê, li Sîteya Pîşesaziyê ya 5'emîn a Pinarbaşiyê, yekîneyên YPS'ê atolyeya tamîra wesayitan a sîxuran şewitand û kargeh îmha bû.
NAVENDA NÛÇEYAN