Çalakiyên tolhildanê belav dibin

Şemî 18 Tîrmeh 2020 - 14:30

  • Yekîneyên Tolhildanê, Yekîneyên YPSê û Zarokên Agir li gelek deveran çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz bi daxuyaniyekê diyar kir di navbeyna 12-16’ê Hezîranê de li gelek bajaran çalakiyên şewitandinê kirine.
Li gorî vê, ji 12 heta 16’ê Tîrmehê li Edene Pozantiyê, li Akdenîz a Mêrsînê, li Sîlîvrî û Çaralca ya Stenbolê û li navçeya Farqîn a Amedê gelek erebe hatine şewitandin û çalakiyên bi rengên din hatine kirin.
Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Soro Amed ragihand 15’ê Tîrmehê li du navçeyên Izmîrê du wesayitên ‘sîxûr’ û ‘faşîstên destekarên AKP’ê’ şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir jî ragihand ku li Bodrûmê sê mînîbusên servîsê, li Îzmîrê febrîqeyek û li Stenbolê jî 12 kargeh hatin şewitandin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.