Çalakiyên şervanan didomin
În 7 Sibat 2025 - 03:00
Şervanên QSD’ê li derdora Pira Qereqozaqê 2 çalakiyên bibandor li dar xistin, li bakurê Bendava Tişrînê jî li kombûneke çeteyan hat xistin. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li gundewarên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de ev agahî parve kirin:“Şervanên me ku rasterast bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, roja çarşemê li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê li nuqteyeke kombûna çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hejmara kuştiyan nehat zanîn, lê bi qasî hat tesbîtkirin 3 çete birîndar bûn. Du çeteyên din jî ku li motorsîklêtê bûn hatin kuştin. Balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora bendavê û cihên karkeran jî dewam kir. Balafirên bê mirov li nêzî gundê Xirbe Tiwênî nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yekî din bi sivikî birîndar bû. Li Kobanê jî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Mezreya Ehmed Munîr bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî yên mezin li mezreyê bûn. Çeteyên li bajarê Cerablusê jî bi obîsên giran gundên Beyad û Cubna yê li rojavayê Kobanê topbaran kirin, lê top li erdekî vala ketin û zirar çênebûn. Şervanên me li Girê Qereqozaqê û Girê Newroz du çalakiyên bibandor li dar xistin Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, bi qasî hat zanîn 3 çete birîndar bûne. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya rojê de li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarê digeriyan.”
NAVENDA NÛÇEYAN