Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” rêzeçalakiyên Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 9’an bi rêxistin dikin. Rêzeçalakî di roja xwe ya duyem de li navenda HRRK`ê ya Qamişloyê bi amadebûna endamên saziyên rewşenbîrî, nivîskar û helbestvanan dewam kir.

Ji aliyê Akademîsyen Ferîd Sedûn semîner bi sernavê ‘bingehê hunerî di helbestên Cegerxwîn’ de û ji aliyê Nivîskar Xalis Misewer ve semîner bi sernavê ‘romantîka di helbesta Cegerxwîn’ de hatin dayîn.

Ferîd Sedûn got, di vê demê de diviyabû bi dehan pirtûkên rexneyî li ser berhemên Cegerxwîn hatibûna derxistin, ew yek ji wan kesan e ku heke mirov jiyana wî nas neke, nikare ji helbestên wî fêm bike. Ew ne kesayeteke ku seresere li bûyeran binêre, di dîwanê wî de guhertin di nava qonaxan de hene, lê tevî vê yekê jî hin ji helbestên wî hene di qonaxa dawî de ne di asta ciwaniya qonaxa seretayî de ne.

Gotinên gelêrî bi kar dianîn

Sedûn got, Cegerxwîn di helbestên xwe de bingehê zimanê Kurdî daniye: “2 tişt ji bo helbestê hene; bingehê ziman û naveroka helbestê, ew bi hev ve girêdayî ne, Cegerxwîn bi pesindayînê hevsengî di navbera wan de nedihişt, wî bi xwe jî li ser vê yekê digot, ez tenê didim welat. Welatparêziya wî dihişt ku hunerê helbestê di hin cihan de nemîne, gotinên gelêrî û dema fermanî pirr bi kar dianî.” Sedûn da zanîn ku li cem Cegerxwîn asta dramayê bilind bû, dibe ku li cîhanê jî neyê dîtin. Drama sifetê çîrokê ye, ew tev li helbestên xwe jî dikir. Gotinên xwe rû bi rû dida û milê madî û rûhanî bi hev ve girê dida.

Têgînên li ser xwezaya Kurdistanê

Xalis Misewer jî got, warê helbesta romantîk wekî berteka li hemberî helbestên klasîk, romantîkbûyîn di qada dilsoziyê de ye, ew jî evîn, hezkirin, mûm û gul e, bêhtir bi aliyê xeyal ve diçe: “Cegerxwîn di helbestên xwe de pesnê xwezaya Kurdistanê dide, di warê evînê de jî têgînên wî hene ew jî bi şêrînatî tişt bi nav kirine. Pê dixwest gelê Kurd rake ser piyan.”

Bandora Melayê Cizîrî

Der barê mijarên semînerê de beşdaran nêrînên xwe gotin; wan got, Cegerxwîn li gorî dema xwe helbest nivîsîne, di wê demê de ku civaka Kurd ji gelek milan ve rastî qirkirinê dihat û zextên olî û bawerî hebûn. Helbest ji bo hişyarkirina gelê Kurd bi kar aniye û ew bêhtir ji Melayê Cizîrî bandor bûye. Piştre di nava şevbuhêrkeke helbestî de helbestên bi zimanê Kurdî ji aliyê Îbrahîm Silêman, Can Îbrahîm, Cemîl Dahir, Hesîna Ehmed, Riyad Mistefa, Telal Elşêx, Xembar Gul û Narîn Metînî ve helbestên der barê welat, welatparêzî, dayik û xaka Kurdistanê hatin gotin.

Dûre beşdaran li filmê bi navê `Sêgoşe′ a bi derhêneriya Zîno Hadî temaşe kirin.

Rêzeçalakiyên mihrîcanê heta 28`ê Kanûnê dewam dikin.

ANHA/QAMIŞLO