• Zozan Çewlîk: Dewleta Tirk bi vê pîlanê hewl dide Başûr kontrol bike û dagir bike. Ji bo vê jî armanc dike YNK’ê bitepisîne û mîna PDK’ê ji rê derîne. Dewleta Tirk malbata Barzanî û PDK kir cerdevan. 

Ji fermandarên Navenda Parastina Gel Zozan Çewlîk çalakiya 1'ê Cotmehê ya li hemberî Wezareta Navxweyî ya Tirk ji aliyê endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hate kirin û şerê li Filistînê ji ANF'ê re nirxand û got, “Çalakiya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî, bû silavkirina gerîla ya ji pêvajoya pêngavî re. Li dijî konsepta tesfiyekirinê ya li hemberî Rêberê me, tevgera me, gelan û jinan, li dijî berpirsyarên vê konseptê bi taybetî jî Erdogan, ev çalakî çalakiyeke hişyarkirinê bû.

Divê ev yek bê zanîn ku çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê timî bêne lidarxistin. Wezareta karên hundir û berpisyarên îstixbaratê, heta ku fermandariya me daxuyanî neda, nekarî navên van hevrêyên me yên hêja, tespît jî bikin. Bi çalakiya Enqereyê re gumanên hêzên dewletê zêde bûn û hema bibêje kêm mabû wezîrê karên sûc ên berê Suleyman Soylû ew ji çalakiya fedayî ya li Enqereyê berpirsyar nîşan daba.

Koordînasyona şer guhertin

Koordîneya operasyona Pence-Kîlît ji ber bibinketina xwe, hat guhertin. Li şûna wê Tumgeneral Emre Tayanç hate tayînkirin û niha hêviyên xwe hemû bi vî kesî ve girêdane.

Emre Tayanç dema dest bi wezîfeyê kir, di şêwazê şer û taktîkên qada pratîk de guhertin pêk anî. Wisa dixuyê ku Emre Tayanç ji bo ku xwe îspat bike dê rêbazên cuda biceribîne. Wisa dixuyê ku Emre Tayanç jî ji ber daxwazên xwe yên takekesî û taybetmendiyên populîst wê serî li taktîkên bêaqil bide. Hêvî dikin ku vê xitimandina heyî bi vê guhertina fermandariyê re li pey xwe bihêlin. Emre Tayanç her çendî ji bo leşkerên dagirker ên ku li qadê di warê taktîkî de di astengiyeke kûr de ne, tê propagandakirin û weke rizgarker tê pêşkêşkirin jî, li hemberî îradeya pola, baweriyên xurt û dilsoziya bêhempa ya gerîlayên Apoyî, mehkûmê têkçûnê ye.

PDK bûye cerdevan

Artêşa Tirk a ku li pêşberî hêzên me yên gerîla xitimî, ji bo li pey xwe hiştina vê xitimandinê bi gavên dîplomatîk û her wiha bi guhertinên di qada pratîkî de hewl da destê xwe xurt bike. Hevdîtinên ku ji aliyê Wezîrê Şer ê bêkok Hakan Fîdan ve li Iraq, Hewlêr û Îranê hat kirin hemû, ji bo tinekirina tevgera me û qirkirina gelê me bûn. Piştî van hevdîtinan di siyaseta PDK'ê de polîtîkayeke hêj hevkartir hate dîtin. Ji serdema Yavuz Sultan Selîm ve xiyaneta axayên Kurdan bi kok e. Hêzên hevkar her tim di bin îradeya serdest a hêza desthilatdariyê de ne. Dema hêzên serdest vê daxwazê bikin, bi rêbazên curbecur dikarin bikevin nava şer. Esas PDK ket nava van şeran. Dewleta Tirk bi vê pîlanê hewl dide Başûr kontrol bike û dagir bike. Ji bo vê jî armanc dike YNK’ê bitepisîne û mîna PDK’ê ji rê derîne. Dewleta Tirk malbata Barzanî û PDK kir cerdevan. 

Şerê xweparastinê xurt bikin

Divê were zanîn ku sala 2023-2024'an wê bi şerekî pirr dijwar û berfireh derbas bibe û gelê me, derdorên sosyalîst ên demokratîk, hêzên dij sîstemê, tevgerên azadiya jinê li gorî vê yekê divê torên xwe yên xweparastinê xurt bikin û navendên xwe yên berxwedanê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin. Sedsala yekemîn a Komara Tirkiyeyê bi înkar û qirkirina Kurdan hat avakirin û bipêşxistin. Di sedsala duyemîn de dibe ku destpêka serdemeke nû di warê derbaskirina siyaseta înkar û îmhayê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de be. Dibe ku ev yek di çarçoveya yekîtiya gelan de ji bo çareseriyê bibe şansek. Azadî û demokrasî wê di berjewendiya gelan de bi pêş bikeve. Helbet ev jî girêdayî asta têkoşîna hêzên azadiyê ye. Heger em têkoşînê mezin bikin, em dikarin siyaseta înkar û îmhayê bişikînin.

BEHDÎNAN