Çalakiyên ‘Em bernadin vê dîlanê’ didomin

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 01:35

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê, bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, çalakiyên protestoyê li dijî destgîrkirina kesên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine, hatin lidarxistin û hate gotin Kurd wê dev ji dîlana azadiyê neqerin.

Li Amedê, bi pêşengiya DEM Partî û gelek sazî û rêxistinan meşeke protestoyê ji AZC Plaza heta caddeya Gevran pêk anîn. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray di daxuyaniya xwe de got: "Bi sed salan e li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên pişavtinê tên meşandin. Her civak bi ziman û çanda xwe heye. Ziman mafekî wijdanî û exlaqî ye."

Sultan Yaray her wiha got bi sed salan e li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên pişavtinê tên meşandin û got: “Ji bo vê jî serî li hemû rê û rabazên pişaftinê hatine danîn. Di van demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûne. Her civak bi ziman û çanda xwe heye. Her civak bi çand û zimanê xwe heye. Pêşketina ziman pêşketina civakê ye. Ziman mafekî wijdanî û exlaqî ye. Her civak xwedê mafê perwerde û jiyanê ye.”

Di çalakiyê de pankarta “Ziman hebûn û xwebûna civakê ye" hate vekirin û dirûşmeyên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.

Divê demildest bêne berdan

Her wiha li Edeneyê, di çalakiya li Parka Înonû de, Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr daxuyanî da û got: "Hûn nikarin gelê Kurd tune bihesibînin. Em bernadin vê dîlanê." Pankarta "Em bernadin vê dîlane" hat vekirin û beşdaran govend gerandin.

Li ser navê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr metna daxuyaniyê xwend. Aydemîr binçavkirinên hatine kirin şermezar kir û xwest kesên hatine girtin demildest bên berdan. 

Li ber stranan govenda gerandin

Li Îzmîrê jî, li ber Îskeleya Vapûrê ya Konakê, DBP, DEM Partî, TJA û Jin Art bi hev re çalakiyek lidar xistin. Beşdaran bi stran û govend êrişên li ser çanda Kurdî şermezar kirin.

Di hemû çalakiyan de, dirûşmeyên wek "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan nabe" û "Zext nikarin me bitepisînin" hatin berzkirin. Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya parastina ziman û çanda Kurdî û daxwaza berdana kesên hatine destgîrkirin hat kirin.

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.