Çalakiyên bibandor ên QSD-YPJ’ê

Duşem 10 Sibat 2025 - 02:45

QSD'ê bîlançoya şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO eşkere kir. Li gorî vê yekê, 5 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi vî rengî ye:"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva În/ Şemiyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di heman demê de herêm bi çekên giran hat topbarankirin. Dewleta Tirk a dagirker pêr sibeha jî gundê Xirbe Xalid bi obîsên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de zerarên madî gihiştin milkên şêniyan. Şervanên me li eniya Pira Qereqozaxê 3 çalakî  li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser girê Qereqozaxê, baregeha li gundê Qebir Îmo li dar xistin. Di encama çalakiyan de birîndar û kuştiyên çeteyan çêbûn. Bi qasî hat tesbîtkirin 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn û erebeyeke wan a leşkerî derb xwar.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Melhayê bombebaran kir. Di encamê de zerar li mal û milkên sivîlan bûn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, girên Sêvê û Qereqozaxê yên li başûrê Kobanê bi obîsên giran, moşek û tankan bi awayekî dijwar û ketober topbaran kirin. Ji ber topbaranê zerar li milkên şêniyan bû. Balafirên bê mirov ên bi çek di tevahiya rojê de li ser herêma Dêr Hafirê geriyan."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.