Çalakiya nasandin û îmzekirina pirtûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Îlon 2021 - 05:48

Bi piştgiriya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Weşanên Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê çalakiya danasîn û îmzekirina pirtûkên nû li dar dixe.
Berhemên ku danasîna wan tê kirin berhemên nû yên weşanxaneyan in. Çalakî îro saet li dora 6’ê êvarê dê li “Baxçeyê Xwendinê” yê Taxa Xerbî ya Qamişloyê were lidarxistin.

Berhemên ku di çalakiyê de bên nasandin û îmzekirin ev in:

- Wergera erebî ya pirtûka “The Daughters of Kobani/Keçên Kobanîyê” ya rojnamevan Gayle Tzemach Lemmon, wergera ji Ingilîzîyê: Hozan Hadî.
- Berhemên giştî yên helbestvan Ehmedê Xanî, amadekirin: Ibrahîm Xelîl û Beşîr Taha Silêman.
- Wergera Erebî ya romana “The Kurdish Bike / Duçerxeya kurdî” ya nivîskar Alesa Lightbourne, wergera ji Ingilîzîyê: Umer Resûl.
- Wergera Kurdî ya romana “The Kurdish Bike / Duçerxeya kurdî” ya nivîskar Alesa Lightbourne, wergera ji Ingilîzîyê: Nezîr Gumuş.
- Wergera Kurdî ya berhevokeka çîrokan a nivîskar “Guy de Maupassan” a bi navê “Boule de Suif / Gulokê”, wergera ji Fransiyê: Ibrahîm Xelîl.
- Wergera Kurdî ya şanonameya bi navê “Caligula” ya nivîskar Albert Camus, wergera ji Fransiyê: Ibrahîm Xelîl.
- Berhema çîrokan a bi navê “Tifinga textikî” ya nivîskar Hisên Zêdo.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.