Çalakiya Mexmûrê bi encam bû
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 02:55
Çalakiya konvedanê ya wargeha Mexmûrê piştî hevdîtina duh ne pêr a di navbera nûnerên wargehê û hêza leşkerî ya Iraqê ya navçeya Mexmûrê de, bi dawî bû. Hat ragihandîn ku hêza leşkerî ya Iraqê soz daye ku pirsgirêkên wargehê çareser bike.
Di 15’ê Gulanê de xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî girtina şandeya meclîsê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyabûn û ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê vedabûn.
Duh ne pêr di navbera nûnerên wargehê û hêza leşkerî ya Iraqê ya navçeya Mexmûrê de hevdîtin pêk hat. Piştre jî encama hevdîtinê bi gel re hat parvekirin û hat gotin ku hêza leşkerî soz daye ku bi riya diyalogan wê pirsgirêkên wan werin çareserkirin û nûnerên wargehê di nava van du rojan de werin berdan. Li ser vê yekê gel li ber derê konê çalakiyê kom bû û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat dayîn û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xelkê Mexmûrê li îradeya xwe xwedî derket û çalakiya konvedanê bi dawî dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN