Çalakiya me vexwendina berpirsyariyê ye

În 31 Gulan 2024 - 01:25

Girtiyê siyasî Abdulsettar Ozer diyar kir di şexsê Ocalan de êrîş li ser gelê Kurd e, heke hê jî helwesteke giştî derneketibe holê ev kêmasî ye ji bo hêzên demokratîk, ew bi çalakiya xwe  ya li girtîgehan derdorên demokratîk û welatparêz vedixwînin rabûna bi berpirsyarî.

Çalakiyên girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê dewam dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dane destpêkirin.

Girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsana 2024'an û vir ve tevlî hevdîtina bi malbatê re, beşdarî rûniştinên dadgehê nabin û mafê axaftina bi telefonê bi kar nînin. Çalakî li hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike.

Vexwendina rabûna bi berpirsyarî

Girtiyê siyasî Abdulsettar Ozer ê li girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, têkildarî çalakiyê diyar kir asta destpêkê ya çalakiya wan greva birçîbûnê ya dorveger bû ku bi armanca hişyarkirinê hate kirin û anî ziman, armanca asta duyemîn a çalakiyê ew e ku mirovên têgihiştî yên demokratîk û welatparêz vexwînin wê yekê ku hîn bêhtir bi berpirsyariya xwe rabin.

Ji bo hêzên demokratîk lewaziyek e

Ozer nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê Kurd weke sedema polîtîkayên êrişê yên li Îmraliyê nîşan da û got, "Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê êriş li ser nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê Kurd tê kirin. Eger li hemberî vê yekê heta niha helwesteke giştî nehatibe nîşandan, ev yek ji bo me hêzên demokratîk welatparêz lawaziyek e. Em hewl didin bi rêbaza xwe ya heyî ya çalakiyê vê yekê çareser bikin. Piştî ku asta duyemîn xurt bû, em di wê baweriyê de ne ku di asta sêyemîn de em ê bi gelên xwe û hêzên demokratîk re dirûşma xwe ya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' bi serketinê tacîdar bikin."

Em şertên Rêber Apo dijîn

Ozer ragihand ku rêbaza wan a nû ya çalakiyê tecrîdkirina xwe nîne, lê belê xwegihandina li rastiya têkoşînê, şehîdan û rêbertî ye û got, "Em ji bo xwe weke şensekê dibînin kuk mîna Rêber Apo bijîn, di ruh, fikir û hestê de bi wî re bibe hevpar. Ya ku me dike em, biryardariya vegera li cewhera xwe, li nirxên polîtîk û exlaqî ye. Bêguman weke civak divê em xwedî li vê yekê derkevin. Gelê me di Newrozê de û di hilbijartinên xwecihî de bersiveke xurt da faşîzma dewleta Tirk. Ev yek sekneke girîng bû, hêz da me hemûyan, hêvî û berxwedêrî xurt kir."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.