Çalakiya Bêrîtan çalakiya rûmetê ye
Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:00

33 sal berê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li dijî hevkariya PDK-YNK şer kir û piştî guleyên wê qediyan, çeka xwe şikand û xwe ji zinarê Lêlikan avêt xwar. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çalakiya wê dibêje “Çalakiya wê çalakiya evîn û rûmetê ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) tespîta ‘Çalakiya wê çalakiya evîn û rûmetê ye’ kiribû. Bêrîtan Hêvî wekî têşokoşera li dijî xiyanetê mohra xwe li têkoşîna gelê kurd da. Bêrîtan Hêvî di sala 1971'ê de li navçeya Solxanê ya Çewlîkê ji dayik dibe. Lê bi eslê xwe ji Dersimê ye.
Bavê Bêrîtan ji ber ku karmend e, li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê digere. Hîn zarok e bûyerên civakî û dîrokî bala wê dikişîne. Nakokiyên li ser jiyana gelê kurd, jinan bala wê dikişîne. Dema li Stenbolê zanîngehê dixwîne, ciwanên welatparêz nas dike. Piştî ciwanên welatparêz nas dike, bêtir xwe tev li xebatên ciwanan dike. Her tim ket nava lêgerîna xwenaskirinê.
Piştî ciwanên welatparêz nas kir, ji Stenbolê berê xwe da Cûdî. Di bihara 1991'ê de tevlî gerîla dibe. Li Cûdî tev li PKK'ê dibe û ji wir derbasî çiyayê Xakurkê dibe. Piştî tev li PKK'ê bû, got “Şer mafê her gerîlayek jin e. Her gerîlayeke jin xwedî maf e ku tev li şer bibe.” Piştre tev li çalakiya Qereqola Rubarokê dibe. Di êrişa li diji qereqolê de birîndar dibe.
Di sala xwe ya duyemîn de bi çalakiya xwe wekî mîlîtantiya Apoyî hat naskirin. Wê demê artêşa tirk di sala 1992'yan de ji operasyona leşkerî ya ‘operasyona derveyî sînor’ dabû destpêkirin. Lê encama dixwest negirtibû. Pişti wê di 4'ê Cotmehê de operasyon fireh kirin. Pêşmergeyên PDK û YNK'ê jî tev li operasyonê kirin. Lê li dijî vê yekê gerîlla li dijî wan şerekî dijwar pêş xist. Li Heftanînê têkoşîn bi pêşengiya fermandara eniyê Azîme (Mihriban Saran) bi serkeftî hate mezinkirin. Di wê operasyonê de Bêrîtan Hêvî jî di eniya Xakurkê de li dijî leşkerên tirk û pêşmergeyên YNK-PDK'ê şer kir. Li dijî xeta hevkar û teslîmbûnê heta dawî li ber xwe da û teslîm nebû.
Di roja 25'ê Cotmeha 1992'yan de, Bêrîtan Hêvî di kozika xwe de heta dawî li dijî YNK-PDK'ê şer kir. Piştî guleyên wê xilas bû, çeka xwe şikand. Ji bo sax nekeve dest xwe ji Zinarê Lêlikandiavêje û dawî li jiyana xwe tîne. Dema ku pêşmergeyên PDK'ê jê re gotin ‘teslîm bibe, em tiştekî bi te nakin’ Bêrîtan Hêvî di wê keliyê de biryara çalakiyê da. Wê teslîmiyet bê rûmetiye, bê rûmetî jî wekî mirin pênase kir.
Bêrîtan Hêvî bi dirûşm û tilîlîyan xwe ji zinarê Lêlikan davêje xwarê û çalakiyê pêk tîne.
Piştî vê çalakiyê tevgerên jinan û saziyên kurdan 33 sal in her sal wê bibîr tînin û soza mezinkirina têkoşina wê didin.
AW/NAVENDA NÛÇEYAN








