Çalakî sîleyek bû li rûyê dijmin hat xistin

În 1 Kanûn 2023 - 00:30

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ji bo fermandar û gerîlayên ku li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed lidar xistin û 18 dagirker cezakirin, peyameke pîrozbahiyê weşand û wiha got:"Beriya her tiştî em salvegera damezrandina PKK'ê li we hevrêyên xwe yên hêja careke din pîroz dikin, bi hurmet we silav dikin. Ji pêşengên sembol ên têkoşîna me hevrê Şîlan Kobanê û hevrê Fûad, Ciwan, Zekeriya û Cemîl ên pê re di 29'ê Mijdara 2004'an de şehîd bûn, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet bi bîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe afirandin, şoreşa azadiyê û têkoşîna pîroz bênavber dewam bikin û xwedî li bîranînên wan derkevin. Di 26'ê Mijdarê de ku şeva partiya me PKK ava bû, li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê Metînayê li hemberî dagirkeran Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed hate lidarxistin. Bi ruhê fedaî yê Apoyî ji 5 baskan ve bi ser dijmin ve çûn, bi taktîka serdegirtin û êrîşê bi rêbaza baz li dijmin hate xistin. Derbên bi bandor ên li dijmin hate xistin, nîşan dide ku di rêbaza tevgerê û nepenîtiyê de ziravî û kûrbûnek hatiye bidestxistin. Bi afirîneriya rêbaza demê û ruhê fedaî yê Apoyî, 18 leşkerên din hatin cezakirin ku fermandar jî di nava wan de hebûn. Di heman demê de çûn ser cenazeyên wan û misoger kirin ku hatine cezakirin, çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî yên MPT-55 û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Ne tenê ev hate kirin, her wiha di nîvê şevê de, di nava şerê giran de agahiyên li ser hin leşkerên hatin cezakirin hatin misogerkirin û qeydkirin. 

Derewên şerê taybet eşkere bûn

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev operasyon weke şîleyekê li rûyê dijmin ket û wiha got:’’Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn çalakiyeke ku li gorî taktîka demê ye, bi rêbazeke welê hate kirin ku bêyî windahî bê dayin derba giran li dijmin hate xistin û çek ji ser dijmin hate rakirin. Em hemû fermandar û şervanên ku ji plankirin heta bi pratîkkirinê di her qada Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de cih girtin, ked dan û pêşengî jê re kirin, ji ber serketina wan pîroz dikin. Her wiha gelekî bi wate ye ku navê Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê, Fermandara me ya Qada Botanê, fermandareke jin a Kurd a leheng, şoreşger û mîna milyaketan pak û fedaî hevrê Şehîd Leyla Sorxwîn Amed lê hate kirin û di şeva damezrandina PKK'ê de hate kirin. Ev çalakiya we ya serketî ne tenê derb li dijmin xist, her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî careke din raxist pêş çavan, mîna sîleyekê li rûyê eniya şerê taybet xist ku dijmin bi derewan ava kiriye. Derewên şerê taybet ên dewleta Tirk bi carekê têk bir ku windahiyên xwe qet eşkere nake, yan jî dema neçar dimîne beşek biçûk eşkere dike û windahiyên gerîla yên ku qet nebûye, mîna ku bûye nîşan dide. Em hevrêyên xwe hemûyan ên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û derbeke giran li dijmin xistin, careke din bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin, di wê baweriyê de ne ku di sala nû ya partiyê de wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û serketinê dixwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.