Çalakî gelekî watedar bû

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:05

  • Fermandariya Biryargeha NPG’ê fermandar û gerîlayên ku salvegera damezrandina PKK’ê bi operasyona şoreşgerî û çalakiyan pêşwazî kirin, pîroz kir. NPG’ê diyar kir ku Komîteya Rêveber a PKK’ê jî gerîla silav kirine.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek nivîskî da û gerîlayên ku tevlî operasyona şoreşgerî bûne, pîroz kir. Di daxuyaniya NPG’ê de wiha hate gotin:’’Beriya her tiştî 45 saliya damezrandina partiya me PKK‘ê li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û hevrêyên me pîroz be. Ji hevrê Hakî Karer heta şehîdên me yên dawî Andok, Ciwan, Botan û Egîd, em şehîdên xwe yên kedkar, fedaî û xwediyên rastîn ên destana 45 saliya PKK’ê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe, şopandina xeyalên wan, gihandina armancên wan ên serkeftinê û bîranîna wan bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad bijîn dubare dikin.“

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de ev tişt jî hatin diyarkirin:“45’emîn salvegera damezrandina fermî ya partiya me PKK’ê bi çalakiyên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîrozkirina sala 46’emîn gelek watedar bû. Ruhê serketinê yê PKK'ê ku ji berê heta niha bêyî navber bi kedeke mezin heta roja îro hatiye, bi çalakiyên we yên serketî derketiye holê. Di 20’ê Mijdarê de bi çalakiya şoreşgerî li Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk a dagirker hedef hatin girtin û derbeke giran û bibandor li wan xistin. Li herêma Rojavayê Zê Şehîd Delîl, hêzên artêşa dagirker li sê cihên cuda yên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi cih bûne, bi çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hedef hatin girtin. Hemû baskên operasyonê ketin nava dijmin û ji destpêkê heta dawiyê her kêliyên operasyonê di bin însiyatîfa gerîla de meşandina wê serkeftineke gelekî girîng e. Piştî ku bi hostayî bi taktîkên ketina hundir ve xwe gihandina dijmin û bi cesareteke bilind û ruhê fedayî yê Apoyî cezakirina 49 dagirkeran û rûxandina 21 kon û 12 çeperan performansa şerê bilind nîşan dide. Di heman rojê de li herêma Berxwedana Girê Ortê ya herêma Metînayê jî bi şêwazekî sekvaniyê bi taktîkên koordîne yên gerîlayan dagirker hedef hatin girtin, 12 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 1 kamera mobesse hatin rûxandin. Gelek milên operasyona şoreşgerî ya berfireh, bi awayekî şareza bi taktîkên gerîla bi hev re bi kar anîn û derbên giran ên têkbirina hemû tedbîrên dijmin asta ku bi şêwazê şer ê tîmên pispor gihîştiyê nîşan da. Şopdarên Zîlan hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn biryardariya fedaî ya bêhempa li Enqereyê xistin pratîkê û li çiyayên Kurdistanê bi operasyona şoreşgerî xistina meriyetê, bû peyama Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku wê bi heman ruhî têkoşîna xwe li her derê bêyî navber bidomîne. Em hemû fermandar û hevalên xwe yên şervanên ku salvegera damezrandina Partiya me bi operasyon û çalakiyên şoreşgerî yên bi hêz pêşwazî kirin û bi ruhekî fedaî û îradeyeke mezin a têkoşînê ketin sala nû ya Partiyê bi hezkirin û rêz silav dikin. Em hemû hevrêyên ku di afirandina van encamên serkeftî de rol lîstine û di her qonaxê de pêşengtî, beşdarbûn û xebat meşandine pîroz dikin.

PKK’ê jî çalakî pîroz kir

Fermandariya NPG’ê da zanîn ku Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi peyamekê hemû fermandar û gerîlayên ku tevlî operasyona şoreşgerî bûne pîrozkirine û wiha got:’’Komîteya Rêveber a partiya me PKK’ê di peyama xwe ya ji bo fermandariya me re got ku Cejna Partiyê di serî de li hemû hêzên gerîla pîroz kir, hemû fermandar û şervanên ku beşdarî operasyon û çalakiyên şoreşgerî yên serkeftî bûne û ked dane bi dil û can silav kir, hezkirin û hêviya serketinê yên hemû rêveberiya Partiya me jî hat ragihandin. Em careke din bi hestên şoreşgerî yên jidil hemû hevrêyên li Zap û Metînayê yên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dan û derbên giran li dijmin dane silav dikin, em bawer dikin ku wê di sala nû ya Partiyê de serkeftinên mezintir bi dest bixin û em ji wan re serketinê dixwazin.“

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.