Çalakî bi pêşengiya YJA Starê ne
Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:21
- Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuayniyekê ragihand ku di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 14 dagirker hatine kuştin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuayniyekê ragihand ku di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 14 dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha kite bi kite behsa çalakiyan kir: “Li Avaşînê:
3’ê Gulanê saet di 11:40’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me li dagirkerên li Girê Werxelê xist û dagirkerek kuşt. Heman wextê, hêzên me yên YJA Starê saet di 12:15’an de li dagirkerên li deverê xist.
Li Zê (Zapê):
3’ê Gulanê saet di 18:00´an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan xist. Di çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.
3’ê Gulanê saet di 15:50’î de li Qada berxwedanê ya Kurêjahro, li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniya çalakî kir û dagirkerek kuşt.
3’ê Gulanê saet di 09:00 û 15:00 de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Kurêjahro xist. Bi rengekî serketî derb li hedefên diyarkirî, hate xistin.
3’ê Gulanê saet di 13:00´an de li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro, hêzên me bi rêbaza sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Amargî xist. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
3’ê Gulanê saet di 13:45 û 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Kevirêkun xist û 2 dagirker kuştin.
3’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş dagirkerên li çeperekî derdora Girê Rûbar, saet di 15:45’an de bûn hedefa hêzên me. Di encamê de 4 dagirker hatin kuştin, çeper jî hat rûxandin.
3’ê Gulanê saet di 23:00´yan de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li qada Girê Rûbarok bibarînin.
Hêzên me dest li helîkopteran werdan û di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Li Xakurkê:
3’ê Gulanê saet di 17:30’î de li dijî sê çeperên dagirkeran ên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê koordîneyî çalakî kir. Di vê çalakiya serketî de 4 dagirker hatin kuştin, 2 çeper rûxandin û derb li çeperekî xistin.”
HPG´ê da zanîn ku 3´yê Gulanêî artêşa Tirk a dagirker, bi dehan caran li deverên Zê, Xakurkê û Avaşîn bombebaran kirine.
ANF/BEHDÎNAN