Çaksazî bi bin ket

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 03:47

SILÊMANÊ ZAXURANÎ/SILÊMANÎ

 

Ji rayedarên payebilind ên YNK´ê û Cihgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa di kanala hizbî ya YNK´ê de peyivî û asta nakokiya di navbera PDK û YNK´ê ya heyî de jî eşkere kir. Wî got, yek ji sedemên vê rewşê ew e ku “hukmê”  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nemaye.

Hevpeyvîna bi Şêx Cafer Şêx Mistefa re di kanala televîzyonê ya ser bi YNK´ê Kurdsat TV´yê de hat weşandin. Wî got, “Peywendiyên di navbera PDK û YNK´ê ji dema şerê birakujî û vir ve di halê herî xirab de ne niha. PDK dixwaze YNK´yeke qels hebe û em vê qebûl nakin.”    

Wî bi awayekî ji awayan rola Mesûr Barzanî di lawazkirina Nêçîrvan Barzanî de jî ji vê krîza têkiliyan berpirsiyar nîşan da: “Heger hukmê serokê herêmê [Nêçîrvan Barzanî] hebûya, van meseleyên niha wê zirar li me nekira. Têkiliyên di navbera PDK û YNK´ê de ne tenê elaqedarî xeman in, ew pirr tevlîhevtir in. Êdî ti dihevgihiştin û tifaq nemaye; ya heyî jihevqutbûneke giştî ye.”

Şêx Cafer Şêx Mistefa gelo îşaret bi meseleyeke heyî dike, yan di rewşeke hilbijartinê de dixwaze YNK´ê xurt bike, mirov tam ji hev dernaxe. Lê nimûneyên ew behsa wan dike, îşaret bi cidiyeta nakokiyan jî dike: “Wê roja hanê, komeke çekdar bi ser mala Cihgirê Serokwezîr Qubad Talabanî de girt, dor li malê girt û gef lê xwarin.” 

 

Mesele xwarina pereyên petrol û gazê ye 

Ew di nava gotinên xwe de behsa hin meseleyên darîçav ên di navbera her du aliyan de dike, weke nimûne meseleya dadgehkirina Serokê Hêzên Dijeteror ên YNK´ê Wehab Helebceyî:  “Wehab Helebceyî amade ye biçe dadgeheke serbixwe, ne dadgeha wan [yanî dadgeha PDK´ê].”

Esasê pirsgirêkan hemûyan jî ew ji bîr nake:  Pereyên dewlemendiya Kurdistanê yên ku ji Kurdan tên dizîn û di çerxên gendelî û bertîlxwarinê de tên tinekirin. Tevî ku ew jî yek ji lîderên sîstema siyasî ya heyî ye, wî got, “Ti kes nizane ew dahata ji petrolê û dahatên din ên Hikûmeta Herêmê bi ku ve diçin; ya heyî sextekarî û şelandin e.”

Di warê jibîrkirina rola xwe ya lîdertiya sîstema siyasî ya heyî de Şêx Cafer Şêx Mistefa di dawiyê de dide nav û dibêje: “Tişta ku herî kêm xema lîderiya Kurd [a Başûr] e, berjewendiya gel e. Ew tenê dixwazin bêhtir pereyan bi dest bixin. Gelo lîderên Kurd nizanin çi hate serê Sedam û Qedafî? Pêvajoya çaksaziyê û ya yekkirina hêzên pêşmerge bi temamî bi bin ket.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.