Bûye metirsiyeke mezin

Sêşem 26 Çile 2021 - 02:07

Parlementerên Herêma Kurdistanê Luqman Werdî û Zikrî Zêbarî serdana cihê bombebarana dewleta Tirk a li Balekayetî kirin. Parlementeran got, dewleta Tirk bûye metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan. Her wiha diyarkirin ku cihê hatiye bombekirin 30 sale gerîlayên PKK’ê bi rêbarî jî di wê derê re derbas nebûne.

Her du parlementerên YNK’ê yên li Parlementoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî û Zikrî Zêbarî, serdana gundê Azadî ya ser bi bajaroka Çomanê kirin ku di 22’yê Çile de dewleta Tirk ew gund bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 370 sewal telef bibûn.

Di dema serdanê de Parlementer Luqman Werdî axivî û got; “Dewleta Tirk a dagirker bi berdewam êrişê gundên Herêma Kurdistanê dike. Welatiyên sivîl dike armanc û ziyaneke mezin gihandiye welatiyan.”

Parlementer Zikrî Zêbarî jî got, armanca dewleta Tirk ne PKK ye, armanc qirkirina Kurda ye. Li gundê ku hatî bombekirin PKK nine, faşîstên Tirk ger Kurdek tenê jî bikujin ji xwe re wek destkeft dibînin.”

Xwediyê pez giliyê Tirkiyê kir

Di bombebarana 22’ê Çile de 370 sewalên malbatekê telefbûn. Xwediyê sewalan li dadgeha Çomanê giliyê dewleta Tirk kir. Xwediyê sewalan Mehmud Hisên li ber derê dadgehê daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “22’ê Çile balafirên şer yên dewleta Tirk gundê me bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyaneke mezin gihişt me. Ji bo vê ez li konsolxaneya dewleta Tirk a li Herêma Kurdistanê doz vedikim da ku tezmînata ziyana me were dayîn.”

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.