Bûroya Hiqûqê serî li CPT’yê da

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:59

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber sedema ku CPT’yê di serdana Tirkiyê de serdana Imraliyê nekiriye û Rêber Abdullah Ocalan nedîtiye serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) kir.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin,’’Heta ku rê li şertên bi rûmeta mirovî re li hev neyê vekirin, ji hêla Komîteya we ve jî tê zanîn ku wê ti bandora jêvedanê çênebe. Divê li dijî miemeleya dijî mirovî û tehdeyê bibe xwedî helwest. Ev pêdiviyeke aşkere ye li ser mitleqbûna qedexeya êşkenceyê.’’

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin divê CPT bi peyamên aşkere û zelal ‘’toleransa sifir’’ li bara êşkenceyê nîşan bide. Parêzeran daxwazên xwe jî wiha rêz kirin:

*Divê şertên berdest bi rûmeta mirovî re lihevhatî bin,

*Di serî de serdanên parêzeran û malbatan ji bo dabînkirina tekiliyên bi cîhana der ve re û parastina vê, hemû mafên agahdarbûnê bêne bicihkrin û ji bo dawî li qedexeyên derqanûnî yên sîstematîk were, her cure xebata bêne kirin,

*Li Imraliyê şertên berdest ji serdena we ya 22’yê Îlano 2022’an û wir ve bi nediyarî didome. Em dixwazin ku komîteya we bi çarçoweya vê nediyariyê û hemû geşedanên giştî careke dî serdana Girtîgeha Girava Imraliyê bike.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.