Bûn agir bi dagirkeran ketin

Sêşem 17 Gulan 2022 - 22:30

  • Gerîlayên Kurdistanê 15 û 16´ê Gulanê ji bo bibîranîna şehîdên Gulanê û Hakî Karer, bi çalakiyên xwe kirin ku 27 dagirker êdî nikaribin şer bikin. Gerîlayan ji ser dagirkeran teqemenî jî rakir û droneke wan a bi sîleh jî da erdê.    

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo bibîranîna şehîdên meha Gulanê rêzeçalakî kirin. Di van çalakiyan de 24 dagirker hatin kuştin, 3 çeper, çekeke A4, çekeke BKC, 2 konên leşkerî, dronek û pergaleke kameraya mobeseyê hatin îmhakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çalakiyên hêzên me de 24 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn, 3 çeper, çekeke A4, çekeke BKC, 2 konên leşkerî, dronek û pergaleke kameraya mobeseyê hatin îmhakirin. Di heman demê de derb li 2 çeperan û 2 pergalên kameraya mobeseyê hate xistin. Hêzên me 13 metre Kortex û 10 kîlo TNT jî bi dest xistin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li herêma Avaşînê

Di 16’ê Gulanê de saet di 18.00’an de dagirkeran xwestin bi çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman bikin, hingê hêzên me li wan da. Heman rojê, dagirkeran dema hewl da bi pêş ve werin, hêzên me careke din li wan da û ji ber mudaxeleya hêzên me dagirker neçar qedemeyekê vekişiyan.

Di 16’ê Gulanê de hêzên me dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Werxelê ya Qada Berxwedanê ya Werxelê kontrol kirin û saet di 11.45’an de gerîlayên me yên  gerok xwe bera nav dagirkeran dan. Bi derba pêşîn re dagirkeran dev ji çeperên xwe berda. Hêzên me li vir pergaleke mobeseyê ya dagirkeran îmha kir.

Di 16’ê Gulanê de saet di 13.45’an de komeke dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li Qada Berxwedanê ya Werxelê dida; hingê hêzên me bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî ji du milan ve li dagirkeran da. Milê yekemîn ji nêz ve li çeka A4 û çepera wê da. Milê duyemîn jî ji nêz ve li sê çeperan û pergaleke kamerayê ya mobeseyê da. Li vir dagirkerek hate kuştin, çekeke BKC û çeperek hatin îmhakirin, derb li du 2 çeper û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate xistin.

Di 16’ê Gulanê de hêzên me cara duyemîn bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê da. Di encama vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine kuştin û birîndarkirin, nehatiye tespîtkirin.

Li herêma Zê (Zapê)

Di 15’ê Gulanê saet 12:00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Cûdî ya li herêma Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me ve hat gulebarankirin û dagirkerek hat kuştin.

Di 15’ê Gulanê saet 10.20 û 11.30’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê nêzî çeperên şer ên Kelê yên Herêma Berxwedana Kurêjahro li dagirkeran xist. Hejmara dagirkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 16’ê Gulanê saet 10:30’an de, dagirkerên di navbera girên Şehîd Harûn û Şehîd Tolhildan ên Herêma Berxwedanê ya Kurêjahro de bi cih bûtî, hatin şopandin. Saet di 10.30’an de hêzên me ji sê aliyan ve koordînekirî ew kirin hedef. Koma çalakiyê ya yekem; komeke dagirker kir hedef û ji nêz ve gule berdan wan. Li vir 4 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Koma çalakiya duyemîn; çepera ku 2 dagirker tê de bûn kir hedef. Li vir jî  dagirkerek hat cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Koma sêyemîn dagirkerên xwestin birevin, bi sekvaniyê kir hedef û dagirkerek kuşt. Dagirkerên li derdorê yên xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî, bûn armanca çekên giran ên hêzên me yên YJA Starê.

Di vê çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Roja 16’ê Gulanê saet 16.00’an li derdora çeperên şer ên Mamreş ên herêma Berxwedana Kurêjahro du çeperên dagirkeran ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hedef hatin girtin û gerîlayan derb li wan dan. Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin û derb li çeperekî hat xistin.

Di 16’ê Gulanê danê sibehê de dagirkeran xwest çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bombebaran bikin; hingê hêzên me derb li wan xistin. Di encama destwerdana hêzên me de, dagirkeran teqemeniyali cihê wê hişt û reviyan. Li vir hêzên me 13 metre Kortex (funye) û 10 kîlogram TNT desteser kir.

Di 16’ê Gulanê saet 09:30’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên herêma Berxwedanê ya Karkerê ji her du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hatin gulebarankirin. Koma çalakiya yekem; 2 konên dagirkeran kirin hedef û ji nêz ve bi awayekî bi bandor li wan xist.

Koma duyemîn, komek dagirker kir hedef û bi bandor li wan xist. Heman rojê saet 14:30’an de droneke bombebarkirî ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hat xistin û îmhakirin.

Di encamê de bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 konên leşkerî û droneke bombebarkirî hatin rûxandin.

Ev çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên li Zê yên bi ruhê fedayî, ji bo bibîranîna şehîdên me yên meha Gulanê di şexsê Fermandarê me yê nemir hevrê Hakî Karer de hatin lidarxistin.

Di 16’ê Gulanê de dagirkerên ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li herêma Berxwedana Şehîd Şahîn bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

Li herêma Xakurê

Di 16’ê Gulanê saet 13:00’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn da. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

Di 10’ê Gulanê de hêzên me bi çekên li qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker a di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de xist. Di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.