Di hejmara 7’an a ‘Bultena Tecrîdê’ de ku OHD diweşîne bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîdê cih girt.
Hejmara 7’an a “Bultena Tecrîdê” ku di 15 rojan carekê ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve tê derxistin, hate weşandin.
Di bultenê de ku bi armanca têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, civakê agahdar bike tê weşandin hate bibîrxistin ku agahînegirtina ji Rêber Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin tecrîda giran de tên ragirtin kete meha 38’emîn.
Di bultenê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal û 2 meh û 18 roj in tecrîdek heye, 4 sal sal û mehek û 30 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 4 sal û 8 meh û 26 roj in parêzer nikarin hevdîtinê bikin û bal hate kişandin ku 2 sal û 13 meh û 7 roj in jî pêkanîna “agahînegirtina mutleq” heye.
Wezaretê tecrîd înkar kir
OHD’ê di bultenê de cih da bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya ku ji serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di 7’ê kanûna 2023’an de kirî. Di agahdarkirinê de ku bi serenavê “Wezareta Dadê tecrîd înkar kir” hatiye dayîn wiha hate gotin: “Ji aliyê midûriyetê ve hate îdiakirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke mûtleq nîne û girtî bi awayekî wekhev ji hemû mafên xwe yên bi qanûn û rêzikan hatine dayîn sûdê werdigirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji Wezareta Dadê re ev bang kir ‘herî dawî kengî hevdîtin hate kirin.’’
Di bultenê de bal kişandin ser rewşa Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û berdana wî salekê hatiye taloqkirin.
Berxwedana girtiyan û rapora CPT’yê
OHD’ê di bultenê de cih da çalakiya girtiyan a bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî,ji Kurdistanê re statû” dest pê kirî û didome. Di rûpela duyemîn a bultenê de ji bilî çalakiya “boykotê” ya li girtîgehan berdewam dike, daxuyaniyên ji aliyê Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) Alan Mîtchel ve hatine dayîn ku komîteyê di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kiriye, rapor amadekirî ye lê bi pejirandina Tirkiyeye dikare bê weşandin jî cih girtin.
MA