- Şermola Performans di çarçoveya bernameya Nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê de, bi ‘Bûka Lekî’ derket pêşberî şanohezan.
Şermola Performans di çarçoveya bernameya Nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê de, bi ‘Bûka Lekî’ derket pêşberî şanohezan. Lîstik li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin.
Lîstîka 'Bûka Lekî' balê dibe ser jîyanên ku di nav de tekîliyên "bêruh" hene. Di lîstîkê de zilamekî ku piştî trawmayê ji jiyana xwe ya rastî dûr dikeve, heye. Di heman demê de jineke ku her tim xwe dişibîne kesên din û dixwaze bibe weke wan jî heye. Û hevala jinikê ya ku bi awirên gêjikî bi tenê li der û dora xwe dinihêre jî. Sê laş wek di kevîkên firênekan de bigerin, li dora mankeneke bêcan diçin û tên.
AMED